Serok Nêçîrvan Barzanî pileya hejmarek ji efserên Wezareta Pêşmerge bilind kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 07.02.2024ê, di merasîmekê da li avahiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, piştî îmzakirina fermana pîlebilind kirina 5 efserên Wezareta Pêşmerge bo pileya Lîwa Rukin û Lîwa, pileyên nû li ser milê wan her 5 efseran danî.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de pîrozbahiyê li wan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û careke din tekezî li ser pêwîstî û girîngiya serxistina proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge da kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku, navê Pêşmerge navekî pîroz e û pêwîste yekem girêdan û nêzîkatiya Pêşmerge bi ax, welat û gel ra be û avêtina gavên bilez û ciddî ji bo yekxistina Pêşmerge bi pêdivî zanî û hemû piştevaniya xwe ji bo vê pêvajoyê nîşan da.
Ji aliyê xwe ve piledarên Wezareta Pêşmerge spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û girîngî pêdana wî bi Pêşmerge kirin û sozê dan ku weke Pêşmerge bi dilsozî xizmeta welat bikin.


