Dema şehîdên Kurdistanê bibînin ku Kurdistan bi xwîna wan hatiye rizgar kirin
Serokê Kurdistanê di salvegera komkujiya Enfalan de, hestê xwe derbirî dema ku cenazeya şehîdên Enfalan bilind kir û ew yek bi bilintirîn, nirxtirîn û pîroztirîn mîdalî da nasîn. 14 Nîsanê, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di malpera xwe de li ser tora komelayetî Facbook peyamnek bi boneya 28 emîn salvegera komkujiya Enfalan belav kiriye. Serok di peyama xwe de dibêje: “ Ez dixwazim hestê xwe derbirînim di dema ku min cenazeya şehîdekî Enfaln hilgirt. Min nizanîbû nave wî şehîdî çiye, mêre an jine, lê belê min dizanî ew şehîdekî mezlûme, bê gunehe, gunehê wî ew bû ku Kurde. Di wê demê de min hest kir ku, ew şehîd nêziktirîn kesê min e, heger mêre birayê min e, heger jine xweşka min e, heger xorte kur yan keça min e. Dilrastbûm ku cane wî şehîdî û hemû şehîdên Kurdistanê şadin dema ku dibînin Kurdistan bi xwîna wan hatiye rizgar kirin. Cihê mixabiniyê ku heta niha li Bexda hin kes hene ku heman bîr û baweriyên ew kesên ku Enfal bi sere Kurdan ve anîn werdigrin, heger bikaribin ew dê berdewamiyê wê siyasetê bikin, piştî ewqas qurbanî divê Kurdistan azad bimîne. Ji bo min mezintrîn rûmet bû ku dayik û bavê şehîdan werin li ber min bêjin niha şehîdên me zindîbûn. Aya ti mîdaliyek ji vê mîdaliyê bilintir û pîroztir.?“