DosyaPolîtîk

Li Kurdistana Rojhilat qonaxek nû

Li Rojhilatê Kurdistanê piştî Newrozê qonaxek nû destpê kir. Piştî 25 salan Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) biryar li ser wê yekê da ku Pêşmergeyên xwe bişîne Rojhilat.

Li Rojhilatê Kurdistanê piştî Newrozê qonaxek nû destpê kir. Kurdên Rojhilat bi tevlîbûna Pêşmerge merasîma Newrozê îsal li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê lîdarxistin. Di vê merasîmê de ku weke destpêka qonaxeke nû hat şîrovekirin, biryarên girîng hatin stendin. Sekretêrê Giştî yê PDK-Î’yê Mistafa Hicrî ragihand ku ew ê Pêşmergeyan bişînin nava gel û bi awayekî çalak xebatan bimeşînin. Her wiha di peyama Newrozê de bang li ciwanan jî hate kirin ku tevlî nav refên Pêşmerge bibin. Piştî 25 salan Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) biryar li ser wê yekê da ku Pêşmergeyên xwe bişîne Rojhilat. Li ser vegera Pêşmergeyan, çalakirina xebat siyasî û rêxistinî û qonaxa nû,  Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î’yê Dara Natîq û Rêveberê Beşa Ragihandinê ya PDK-Î’yê Shehab Xalidi ji BasNûçe’yê re axivîn û diyar kirin ku ev ne ragihandina şer e û ev biryar li gor daxwaza gel hatine dayin. Dara Natîq: Qonaxeke nû destpêkir Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î’yê Dara Natîq beriya biryarên nû, li ser pêvajoya rawestandina xebatên çekdarî  eşkere dike ku beriya bîst salan ji bo hincetek ji bo rejîma Îranê çênebe û bi vî awayî êrişî Başûr neke çalakiyên xwe yên çekdarî rawestandibûn û lêbelê li Rojhilatê ew êdî nema fişara rejima Îranê qebûldikin û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Rêveberiya Herêma Kurdistanê nû pêk hatibû û hikûmeteke sava bû. Ji hemû aliyan hewla jinavbirina wan destkeftiyan hebû û bi taybetî ji aliyê rejîma Îranê ve. PDK-I ji bo parastina herêmê, berhema bi salan, parastina destkeftiyên netewî xebata xwe ya çekdarî rawestand,ji bo ku rejîma Îranê êrişî Başûr neke û destkeftiyan jinav nebe çek hatin bêdengkirin.” “Armanca me ew e ku em herin nav gelê xwe” Dara Natîq di dirêjiya gotara xwe de amaje bi wê yekê dike ku PDK-Î’yê xebata çekdarî tenê weke metodek li ber çav digire, lêbelê her tim bi rijd di rêyên diyalog û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û siyasî de. Endamê Komîteya navendî wiha berdewam kir: “PDK-Î’yê qet xebatek çekdarî ranegirtiye û weke metodek jî xebatek li ber çav girtiye ji ber wê yekê bawerî bi bi rêya diyalog û gotûbêjan  çareserkirina pirsgirêkan e. Ew peyam nayê wateya ku ew ê xebateke çekdarî bê destpêkirin. Me biryar daye ku em ê êdî di sala nû de herin nava gelê xwe û ji bo rêxistinbûyîn û pêwendiyan ne ji bo êrişan. Eger êriş bê em ê berevaniyê bikin û bersiv bidin. Armanca me ew e ku bi gelê xwe re têkiliyan pêk bînin.Lê dema êriş hatine ser me em ê mafê xwe yê parastinê bikar bînin û ev mafê Pêşmergeyan e.” Dara Natîq li ser pêşwazî û nêrîna kurdên Rojhilat li van biryaran û vegera Pêşmergeyan jî radigihîne ku ev daxwazeke gel bû û bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin. Natîq di derbarê koça gel û ciwanên Rojhilat ku ji ber zextên rejîmê û sedemên cihê berê xwe didin welatên Ewropayê jî dibêje ku vê qonaxa nû hêviyek daye gel û got, “ez bawer dikim ku gel neçar nîn e ku berê xwe bide derve û wê demê wê tevlî wê hêviyê bibin ku ji aliyê tevgera kurdî ve hatiye pêkanîn.” “Kurdistan ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye mîlîtarîzekirin” Natîq diyar dike ciwanên kurd ji ber zextên rejîmê û rewşa xerab ya darayî neçar dimînin ku ji Rojhilat derbikevin û dibêje: “Roj tune ye ku ciwanên me neyên darvekirin. Zext û gûwaşên zor dijwar li ser gel hene. Kurdistan bi tevahî ji aliyê Îranê ve hatiye mîlîtarîzekirin. Rewşeke ne asayî  heye li Rojhilat. Zextên aborî û zextên rejîmê ciwanan neçar dikin biçin derve û beşek jî tevlî şoreşê dibin. Bi vê qonaxa nû em bawer in ku ciwan wê tevlî şoreşê bibin. Ji aliyekî din ve ciwanên me yên ku hatibûn xapandin û çeka rejîmê hilgirtibûn û em dibînin ku deste deste diçin çekên xwe datînin. Vê biryarê bandoreke erênî di nava gel de çêkir û gel amade ye bo her biryar û pêşvebirina PDK-Î’yê.”  “Gelê kurd siyaset û yekiriyeke xurt dixwaze” Endamê Komîteya Navendî  ya PDK-I Dara Natîq di derbarê proseya yekgirtina PDK-Î û PDK’yê jî radigihîne ku ew proses hatiye rawestandin û wiha diaxive: “Ji aliyê PDK-Î’yê ve projeyek hat pêşkêşkirin ku ew astengîyên pêşiya yekgirtina herdu partiyan hatibûn rakirin. Her tişt temam bibû ku yekgirtina herdu partiyan pêk bê. Lê ji ber sedmên cihê ew pêvajo biserneketî ye. Hêvî dikim ku ev proje pêk were. Kurd du hizbên bi yek navî naxwaze û siyaset û yekitiyeke xurt dixwaze.” Natîq wiha dawî li axaftina xwe tîne: “PDK-Î wê li ser siyaseta xwe ya çareserkirina arîşeyan bi rêyên diyalogê bi rijd be û ew xebatên xwe bi awayekî çalak bimeşîne.” Shehab Xalidi: Ev ne biryar û ragihandina şer e Rêveberê Beşa Ragihandinê ya PDK-Î’yê Shehab Xalidi jî ji BasNûçe’yê re li ser vegera Pêşmergeyên Rojhilat  bo nava gel û qonaxa nû radigihîne ku ev ne biryara şer e, lê belê mafê parastinê yê Pêşmergeyan heye. Xalidi serdema Dr. Qasimlo bibîr dixe û wiha diaxive: “Di serdema Dr. Qasimlo de PDK-Î gelek bihêz bû. Lê belê rejîma Îranê Rêberê Hizba Demokrat li ser maseya gotûbêjan bi deq û dolaban şehîd kir. PDK-Î’yê dizanî ku Xûmeynî naxwaze pirsa kurd çareser bike, xebatek çekdarî meşand. Lê sala 91’an dema Kurdistana Başûr rizgar bû û kurdan karî mafên xwe bidest bixin û wî parçeyê Kurdistanê azad bikin, PDK-Î’yê ji bo parastin û jinavbirina sedemên êrişan bo ser Başûr xebata çekdarî rawestand. Komara Îslamî ya Îranê zext û zordariyeke mezin li ser Rêveberiya Herêma Kurdistanê dikir. Ji bo maslehata Herêma Kurdistanê xebata çekdarî hat sekinandin.” Xalidi di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê dike ku piştî salan Partiya Demokrata Kurdistana Îranê gihiştiye wê baweriyê ku xebateke xurt û eger pêwîst be xebeteke çekdarî bê destpêkirin. Xalidi destnîşan dike ku ev ne ragihandin û biryara şer e û dibêje mafê gelê kurd yê parastinê heye û eger rejîma Îranê êrişekê bibe ser Pêşmergeyan wê ev êriş bê bersiv nemîne û wiha dibêje: “Biryara vegera Pêşmergeyan bo nava gel nayê wateya ragihandina şer li dijî rejîma Îranê. Em ê di vê qonaxa nû de xebatên xwe yên siyasî, rêxistinî xurttir bikin. Gel vê yekê dixwaze.” “PDK-Î wê bi piştevaniya ciwanan xebateke xurt bimeşîne” Xalîdî di dewama axaftina xwe de koça ciwanan a bo welatên Ewropayê bi zextên Komara Îslamî ya Îranê û rewşa Rojhilata Navîn ve girê dide û eşkere dike: “Li Rojhilata Navîn her der weke agir e, li her cihekê koçberî heye. Her çar alî agir e, şer heye, arîşe hene. PDK – Î daxwaz ji ciwanan kiriye ku werin beşdarî nav refên pêşmerge bibin. Da ku hizba demokat bi piştevaniya ciwanan xebatek û siyasete xurt bimeşîn e. Baweriya hizba demokrat tenê bi gel heye.”Xalîdî li ser hewlên yekgiritna PDK-Î û PDK’yê jî wiha diaxive: “Mixabin heta niha çendîn civîn pêk hatin. Lê encameke erênî bi dest neket. Herdu aliyan jî ragihandine ku alîgirên yekgirtinê ne. Ji ber ku gel vê yekê dixwaze Partiya Demokrata Kurdistana Îranê  dizane û herdu alî jî neçar in ku hewl bidin bo yekgirtinê. Bêguman di pêşerojê de li jêr zexta xelkê Rojhilatê Kurdistanê neçar in ku yekbigirin.” “Derfetên wisa sedsalan carekê derdikevin pêş” Shehab Xalidi radigihîne ku biryara PDK-Î’yê di wê çarçoveyê de ye ku li Başûr proseya referandûma serxebûnê birêve diçe, li Rojava federasyon hate ragihandin û li Bakûr jî şerekî giran heye ji bo bidestxistina mafên gelê kurd û dibêje, “ Ev hemû cihê dilxweşiyê ne, destkeftiyên kurdan in û her sedsalan carekê derfetên wisa bo kurdan tê pêş. Lewma Rojhilatê Kurdistanê jî bi sedema zext û zordariya dagirkeriyê û rejîmê ku bi zordariyê xelk bêdengkiriye û gel bêzar kiriye, hizba demokrat jî hewl dide û dixwaze siyaseta xwe xurtir bike ku wek parçeyên din bigihije mafên xwe. Heta niha jî hewl da ku bi xebata medenî û bi rêya diyalogê arîşeyan çareser bikin. Piştî derbazbûna zêdetir 30 salan Komara Îslamî amade nebûye û bi hemû hêza xwe kurdan tepeser dike.” “Gel dixwaze Rojhilat ji vê bêdengiyê derkeve” Xalidi li ser rewşa dawî ya herêmê jî diyar dike ku rewşa herêmê pir xerab e û wiha dawî li gotinên xwe tîne, “Rewşa kurdên Rojhilat pir xerab e ku li ser sînor neçar dimînin ku kolberiyê bikin. Bêdadgehîkirin tên kuştin û kes bersiv nade û rojane xelk tên darvekirin. Rewşa  aborî ya gel pir xerab e. Komara Îslamî ya Îranî heta niha jî hewl dide ku bi zordarî dengê xelkê bi fetisîne û bêdeng bike. Sadî 80’ê yê gel ji rejîmê bêzar bûye. Gel gelek peyam dane PDK-Î’yê û dixwazin Rojhilat ji vê bêdengiyê derkeve. Em ê mafên xwe yên rewa bikar binîn. Ciwan amade ne û PDK-Î jî dixwaze bi piştgiriya ciwanan vê xebata xwe bimeşîne.” Rêzan Karwan/Bas
Back to top button