Hevpeyvîn

Lezgîn çawa behsa PKK/YBŞê dike li Şingalê

Serbest Lezgîn berpirsê baskê Şingalê , di hevpeyvîneke xwe de digel malpera Hewlêrê dibêje ku, yek çekdarê PKKê li çeperên pêşiyê yên bergiriyê li baskê Şingalê nîne û hemû ew çekdarên PKKê hene li nava Şingalê û hin cîyên din mane û pirsgirêkan ji hevwelatiyan re çê dikin û avahiyên fermiyên hikûmetê dagîrkirine:- Ji bo parastina Şingalê û derdûrên wê, bi dirêjahiya rûberê Şingalê pêşmerge di çeperan de ne û bergiriyê ji deverê dikin. Yek çekdarê PKKê jî li çeperên pêşiyê yên bergiriyê nîne, lê, li ser fermana çend welatan, ew li nava Şingalê û li hin deverên din mane û li gor helwestên wan welatan tevdigerin. Eger ne wisabe, pêwîst bû ew ji Şingalê derbiketane. Ew hêzên bi awayekî ne qanûnî hatine nav herêma Kurdistanê tu şeriya wan nîne.Lezgîn dibêje ku hikûmeta Îraqê weke hêza Heşdî Şeibî (baskê çekdarên Şîiyan) li PKKê û hêzên ser bi wê ve dinêre. PKK û YBŞ rêketin digel Şîeyan heye û bi hev re kar dikin û ev yek tiştek neveşartiye û kadiroyên wan bi xwe vê yekê bi zelalî dibêjin:- Ez bawer nakim PKK û aliyên ser bi wê ve beşdariyê di şerê azadkirina Mûsilê de bikin. Ew hêzeke ne mezinin û tu bandore wan li ser şer nabe.

Back to top button