Civak

Xalid Xoce koça dawî kir

Xalid Xoce roja (13.04.2016) li Stockholmê koça dawî  kir. Li ser daxwaza Xalid Xoce (Ramazan Başdaş) malbata wî dê cenazê wî bibin li Mêrdînê binax bikin.Ramazan eve demek dirêj bû nêxweş bû. Cara car rewşa wî ya tendurîstî berbaşiyê ve diçû. Lê di encam de çare nehat dîtin û çû ser dilovaniya xwe.Xalid Xoce kesayetek welatparêz û kurdperwer bû. Her di ciwaniya xwe de heta koça dawî di nava tevgera azadixwaz a Kurdistanêdekar dikir. Xalid Xoce di nava refên PDKT(KUK) dest xebata xwe ya Kurdeyatiyê kir tekoşîna xwe di nava refên PSKê de berdewam kir.Xalid Xoce, yek ji wan welatparêzên Kurdistanê ye ku jı salên xortaniyê heta roja mirinê bi camêrî , bi hemû hêz û hebûna xwe di nav xebat û têkoşîna welatparêzîyê de cî girtîye.Bila rehmeta xwedê lê be, cihê wî biheştbe.Em sersaxiyê ji malbata Xalid re û kes û karên wî dikin.Bila sere we û miletê kurd sax be.Rojevakurd

Back to top button