Nivîsar

Dem hatiye em hişê xwe topî serê xwe bikin

” Ez xwe parêzvanê azadî û welatiyên Kurdistanê divînim û ji bo vê berpirsiyartiyê, serbilindim”
M. Barzani

Em bi sedan salan hêviya gotineke waha, ya xwebawer û mêranî bûn. Zaneyekî mezin A.Firanz gotiye “Eger miletek naxwaze bimire, kuştina wi miletî ne mimken e”. Izbata vê yekê jî serhildan û berxwedanên gelê kurd, ên bi qurnaye, himber dijminên kevn û teze.

Kes azadiyê hediye nake, ew an bi qehremantiyê bi dest dixin, an bi dîplomasî, kar û xebateke bêwestan û hewldanên pir bi zehmet û serêşî. Ev herdu jî tim di pêvajoyên miletê kurd ra meşiyane. Lê dawiyê da em têgihiştin (gelo tegihiştin?), wekî pêwîste milet gumana xwe bide ser qewat û karebûnên xwe, di keşeya azadiya milet da yekgirtî û yek helwest be, bey kîjana pêşeroj tuneye. Meseleke kurda divêje: „Ger du bira yek bin, gundek pê nikare, gundek yek be, welatek pê nikare, welatek yek be, dinya pê nikare.“

Naha dema bavo—bavo ye. Pêwîste kurd hişyar bin, ber ku etapeke hesas û nazik da ne.Partiyên siyasî, yen kurd, bi hewldana serokê herêma Kurdistanê, dest dane hev. Evê yekê dilê kurda şa kir. Lê, rastî gotî, ji me her yek, destê me dilê me da ne, wey, Xwedê neke, dijmin wek her cara, vê carê jî, şerê birakujiyê bixe navbera kurda? Dûra jî bikene ser bêaqiltiya û nayivtiya rêberên me.

Gelî partî û rêberan! Bidin xatirê navê Xwedê, bidin xatirê şehîdên Kurdistanê, bidin xatire vî miletê hêsîr, zêopî serê xwe bikinrandî û qelandî, usa nekin, ku em dîsa bigirîn, berjewendiyên milet bidin pêşiya her tiştî, yekitiya xwe xweykin, hevra bivin pişt, wekî dilê me şa be, dile dijmin jî reş be. Xwe bispêrin serokê herêma Kurdistanê. Ewî xwîna xwe daye ber çavan û her tiştî dike bo peşketina berjewendiyên miletê kurd.Tu şika me tune, ku ewê riya rast ra milet bive. Baweriya me pê heye, ber ku em bavê wî baş nas dikin, navê kîjanî Mele Mistefa Barzanî ye. Ew usa jî bavê gelê kurd e. Ev nav bi tîpên zêrîn ketiye nav dîroka miletê kurd.

Ez bawerim, ji vir pê da, emê rojên ronahî bivînin, ber ku fûnksiyona Celal Talabanî li Kurdistanê nemaye. Xwedê bike Iraqê giştî û Iranê jî pê ra bidine wî, feqet carek din venegere Kurdistanê. Zanin çi ra? Ber ku hela berê berda ew bûbû û heye “kula biçengê”, ya binemala Barzani û miletê kurd. Roja Talabanî bû serokomarê Iraqê, kurda bîhneke kûr kişand û bîhna mi jî hate ber min.Ça kurd divêjin:” bira here, belkî heft kevir dû bin.” Hilbet, ereb jî kêfxweş bûn, ber ku yekî mîna wî, wê ji ku bidîtana…? Şoreşgerê şerê azadî, yê ermeniya, Garegin Nijdê wextê xwe da gotiye;”Bedbextiya me ne ewe, ku dinyêda tirk hene, bedbextiya me ewe, ku ermeniyên wek tirk hene”.

Talabani çû, lê şagirtên wî, wek “Goran” dîsa karên reş, ên mamê xwe, dimeşîne. Rojê 24 sehet davêjin Barzanî, hevpeyvîna bi dijminên me ra dikin û birêz Barzani tewanbar dikin, ku postên baş zeft kirine. Ez divêjim qenc û xweş kirine. Dinyayê giştî bi çevê xwe dît, ça li Polonyayê du birayên cêwî, yek ji wan bu prezîdentê welêt, ê din jî bû serokê hikûmetê. Çapemeniya alman dikeniya ser wan, henekên xwe bi milete Polonyayê dikirin, ku Polonya bûye “dezgeha malbatî”. Gelê Polonyayê nerazîbûna xwe himber helwesta almanan nîşan da û da serwextkirin, ku welatê wan da demokiratî heye. Ya girîng ewe, wekî welêt da pirinsîpên demokiratiyê, yên sereke, rast kar bikin, ango hikûmet û pirezîdent di çarçova qanûnên welêt da tevbigerin.

Hela yek hebe ji birêz Noşîrvan Mistefa bipirse: Şerê te çi ye? Dixwazî bibî serokê Kurdistanê? Wey, mala minê… Başe çekên te tune, ya eger na, te kevirek ser kevirekî nedihişt, te yê Kurdistan bikira gola xwînê, tecruba te di şerê birakujiyê da heye…Evê jî bêjim, xwexweykirina te, kirinên te nakeve tu seriya û tu logîkayê. Tu çi kurdî, çi serokê partiyi ,wekî van rojên qiyamet da, wek jina dixeyidî û nakevî civinên partiyên kurd.

Ax, ji bira min çûbû, wekî tu meriyê Iranê yî. Fehmdariye, naxwazî bibî dûv, dixwazî bibî serî. Kaka can, pêşiyê Kurdistanê çêkin, naha ne wexta xeyidiyê ye. Belê, opozisyon tiştekî başe, kirîtîka cê xwe da, hê çêtir e. Lê rexnegirtin nayê wateya dijminatiyê. Kerema xwe, van herdu tiştan tevlihev nekin. Birêz Barzanî ne dîktator e, ça hûn navdikin, ew feqet” DI NAV WEKHEVAN DA, YÊ YEKEMÎN E.”

Bêguman, yasayî her tişte û destê qewet jî gerek hebe, ya eger na bêqanûnî wê bi serkeve. Her kesekî sereke, pêwîste ciyê xwe bizanibe û ne tenê heqê xwe, lê belê, berpirsiyariya xwe jî nas bike. Berpirsiyarî zehmete? Gelek zehmete, lê bê vê jî tu tişt çê nabe.Vira rola zêndû dikeve ser hikûmetê. Hikûmet îsntrûmenta rêvebiriyê ye, eger ev îsntrûment rast tevnegere,wê çaxê mirov hedî–hedî xwe berdide û çi dixwaze wê dike. Riya berbi jêr gelek bere, ya berbi jor, gelek tenge.

Gotina min, a dawiyê ev e: Gelî serok, rêber, rêxistin û saziyên kurdan, hêviya gelê kurd ji weye, hişê xwe topî ser hevkin, berjewendiyên xwe bîr bikin û ji bo azadiya milet, ji bo rojên bextewar, ên zarok û neviyên xwe bifikirin. Kî bibe sebebê xiravkirina vê pevajoya pîroz, ew ji destê milet xilas nabe, “MILETÊ BI TIFÊ ÇAVÊ WÎ DERXE”.
HIZ DIKIM, HER KES JI ME, GAVA SIVÊ ZÛ XWE NEYNIKÊ DA BIVÎNE, ŞERM NEKE.


Aslîka Qadir

(Fîlolog, Hunermend)

[email protected]

Back to top button