Polîtîk

Civata Bala a danustandinan bi Îraqê re

Bi aramnca zêdetir minaqeşekirin û zengînkirina pirojeyê avakirina Civata Balaya Danustandinan bi hikûmeta Bexdayê re, duhî roja duşemiyê 06.08.2012ê, parlamentoya Kurdistanê civîneke berfireh bo partî û aliyên siyasiyên kurdistanî rêkxist. Di civînê de ku, ji aliyê serokatiya parlamentoya Kurdistanê ve hat birêve birin, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bû.

Erselan Bayîz serokê parlamentoyê di destpêka civînê de got ku, armanc ji vê civîna berfireh minaqeşekirina pirojeyê avakirina Civata Balaya Danustandinan e ku, ev civat bi navê herêma Kurdistanê li ser çareserkirna pirsên hilawîstî digel Bexdayê bi hikûmeta Îraqê re danustandinan bike û ew civat dê ji hemû aliyên siyasîyên Kurdistanê, partiyên desthilat û yên opozisyon, pêk bê.

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkanîan vê civîna berfireh kir û gor ku, hizira pêkanîna civata bala a danustandinê bi hikûmeta Îraqê re pêştir digel hemû aliyên siyasî li herêma Kurdistanê hatiye behis kirin. Barzanî avakirina cibvatek bi vî awayî bi meseleyeke giring wesif kir û got ku, giringe hemû aliyên siyasî di civata danistandinan de cîyê xwe bigirin jiber ku ”çareserkirina pirsên hilawîstî peywendî bi hemû gelê Kurdistanê ve heye.”

Serokê hikûmetê di axavtina xwe de got ku, ne giringe ev civat ser bi kîjan saziyê be, ser bi hikûmetê yan ser bi parlamentoyê be, ya giring ew ku ev civat saziyeke niştimnaî be.
Di civînê de, Berhem Salih, Fazil Mîranî, mela Bextiyar, Arif Teyfor, Roj Nurî Şawîs, sekretr û nûnerên tev aliyên siyasiyên kurdistanê, nûnerên kurd li Bexdayê û serokê firaksyonên kutleyln nav parlamntoya Kurdidstanê amadebûn. 

Back to top button