Polîtîk

Altan Tan bi zimanek tund Erdogan rexne kir

Parlementerê Amedê yê BDPê Altan Tan, li meclîsê civîneke çapemeniyê lidarxistin. Di cîvînê de Tan, li ser daxuyaniyên serokwezîr Recep Tayyip Erdogan yên ku di kanaleke televizyonê de kiribûn sekinî û bi taybet ji şefê polîsan yê ku ji îçkencê hatiye mehkumkirin û di heyama wan de hate terfîkirin rexne kir. 

Parlementer Tan wiha got, “şûna, ji peywirê girtina şefê polîsan yê ku ji îşkencê hatiye mehkumkirin, derketiye bi deqan wî diparêze.”

Altan Tan îfade kir ku, kesên destek dane AKPê jî têde, gellek kesan hikumet ji bo polîsê îşkencekar Sedat Selim Ay hişyar kirine lê wana guh nedaye ti kesî. Wiha dewam kir, “Birêz serokwezîr, şefekî polîsan yê ku ji îşkencê hatiye mehkumkirin, derketiye bi deqa diparêziye.  Şûna, ji peywirê girtina şefê polîsan yê ku ji îşkencê hatiye mehkumkirin, derketiye bi deqan parastina wî dikiye, parêzeriya wî dikiye. Baskê Îttihad û Terakî yê Enwer Paşa nûve derdikeve dolê. Yek jî zîhniyeta Tirk-îslam a Enwer Paşa hebû. Baskeke wê teşkîlatê a mason û lîberal a Talat paşa hebû. Dawiya zîhnîyeta Enwer Paşa diyare ku çi bû.Em banga serokwezîr dikin, rêya ku tu têde diçî ne rê ye.”

Parlementer Tan, gotinên serokwezîr yên di derbarê serfermandarê berê yê niha di girtîgehê de ye Îlker Başbug de jî rexne kirin û got, “serokwezîr, 58 generalên ku têne darizandin parastine. Ji bo generala îtiraz kiriye lê 8 parlementerên ku di girtîgehê de ne, di heqê wan de gotinek dîsa nekiriye Wjdana wî piçekî jî nerehet nebûye.”

Back to top button