Cîhan

ÎranTirkiye dehdît dike

Di herêmê de aloziyên di navbera Tirkiye, Îran û Suriye de mezin dibe. Wek tê zanîn Îran vekirî pişgiriye rejima Esed dike û bi hemi awayî arikariyê dike ku, rejima Esed neruxê. Îran naxwaz e rêknê xwe yê herî girîng di herêmê de winda bike. Ji bo vê yekê jî bi hemi awayî pişgiriyê dide Suriye.

Tirkiye pişgiriya herî mezin dide hêzên opozisyona Suriye û ji bo ruxandina rejima Esed gelek vekirî kar dike.

Ji bo vê yekê jî Îran li dijê Tirkiye hemû rêyan kar tine û cardin ji bo armancên xwe yên demî dixwaze kurda jî bi kar bîne.Ev siyaset a Îranê eşkere ye.

Di vê rewşê de îro wezîrê derve yê Îranê serdana Tirkiye dike. Di ware dîplomasiyê de hatina wezîrê derve yê Îranê girîng e. Ji berî ku wezîrê derve yê Îranê bigihê Tirkiye, serfermandarê hêzên çekdarê Îranê daxuyaniyek da û vekirî Tirkiye tehdît kir.

Hasan Firuzabadi dibêje: Xwîna li Suriye tê rijandin Tirkiye, Qeter û Erebiya Sudî berpirsiyare. Piştî suriye dora Tirkiye tê.

Hasan Firuzabadi got: Em bala dostên xwe dikişînin. Jib o ku pêşerojê de nebin armanca êrîşên terror a El qaîde.

Serfermadarê hêzên çekdarê Îranê got ku, Tirkiye çekan dide terorîstan li Suriye.

Back to top button