Polîtîk

Daxuyaniyek ji serokatiya herêma Kurdistanê

Rojnameya Awêne di hejmara 251ê ya roja sêşemiya 30.11.2010ê nûçeyek belavkiriye ku qaşo serokê herêma Kurdistanê di civîna dawî ya digel Îtîlafa Firaksiyonên Kurdistanî da li dijî wê yekê bûye ku wezaretek bidin Tevgera Goran.

Ya ku di vê nûçeyê de hatiye gotin berevajiya axaftina serokê herêma Kurdidtanê ye û têkilhev kirina rastiyane jî.

Di wê civînê de serokê herêma Kurdistanê ragihandibû ku eger Goran di çarçoveya Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî de daxwaza para xwe bike, her wekî aliyê din yên nav Îtîlafê behra wê jî dê hebe. Lê belê eger Goran serbixwe daxwaza pişka xwe  bike, hîngê divê  ji derveya pişka Îtîlafê,  pişka wê bê dayîn.

Ragihandina
Serokayetiya herêma Kurdistanê
30.11.2010

Back to top button