Cîhan
Zanyarên atomî bûn armanca erîşekî
Li Îranê dijê du zanyarên atomî erîş hate kirin. Di encama êrîşê de zanyarê atomî Macit Şahriyan hate kuştin. Şahriyan di derbarê pirsên atomî de lêkolîn dikiran û zanyarek di ware fizîkê de pisporek girîng bû.
Ji aliyek din zanyarê atomî Feriddun Abasî û jina wî jî bûn armanca êrîşekî û her du jî birîndar bûn. Piştî vê êrîşê hukumeta Îranê CIA û MOSAD tawanbar kirin.
Serokkomarê Îranê Ahmedînejad jî ji bo vê bûyerê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de Israîl û welatên rojava tawanbar kirin.