Polîtîk

Barzanî pêşwazî li sefîr û fermandarê hêzên Amerîkî kir

   
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li James Jeffrey balyozê Dewletên Yekgirtiyên Amerîka û general Osten fermandarê hêzên amerîkî yên li Iraqê û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de ku Nêçîrvan Barzanî amade bû, behsa hewlên biencamgihandina proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê hate kirin.

Di vî derbarî de dalyozê Amerîkayê yê li Iraqê ji bo serkeftina destpêşxeriyê, dûbare pîrozbahî li serok Barzanî kir û li serxistina destpêşxeriyê de behsa rola cenabê serok û rola nûner û serkirdeyên kutleyê siyasî kir û ji bo pêkanîna hikûmeta nû hêviya berdewamiya hewlan kir û ragihand ku li Amerîkayê her ji serok Obama bigir hemû bi çavekî gelek girîngî ve temaşa hewlên serok Barzanî dikin.

Balyozê Amerîkayê ew yek jî dûpatkir ku hê jî gelek fakter ji bo pêkanîna hikûmetekî bi hêz û çalak mane ku nûnerayetiya sercem pêkhatên gelên Iraqê bike. Ji bo wê yekê ev serdana wan ji bo ku li nêzîk ve agahdarî hewlên temamkerên serok Barzanî ya ji bo qonaxa nû bibin e.

Serok Barzanî ronahî kir ku bi hilbijartina serokê parlamentoyê û serok komar pêngavekî girîng li proseya siyasiya Iraqî da hatine avêtin û ew berbesta nefsiya ku hebû me karî bişkînîn û berî du roj jî li gel şanda danustankara Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî û bi amadebûna hemû hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê kombûyîn bo ku li pêşketinên dawiya qonaxa pêkanîna hikûmetê binirxînin û hêvî xwest ev qonax jî bi serkeftî bi dawî bibe û hikûmetekî hevbendiya nîştimanî pêkbê û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste rêz li hevbendiya niştimanî bê girtin û nakokî jî di çarçoveya destûr û sîstema siyasî de bêne çareser kirin.

Her wiha guftûgo kirina mekanîzma dabeşkirina postê wezaretan li navbera kutleyên serkeftî de û nêrîn û dîtina wan kutleyan û çawayiya damezrandina Encumenekî çalak siyaseta stratejiyan ku têda hevbendiya nîştimanî bê berceste kirin mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û di vî warî de salyozê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê dûbare girêdayîbûna tevahiya welatê xwe bi piştgîrîkirina proseya siyasiya Iraqê û ezmûna demokratiyê û girîngiya rêzgirtina li hevbendiya siyasî û hikûmeta hevbendiya nîştimanî dupat kir

Back to top button