Civak

Tehdîtkirina Miroglu tê şermezarkirin

Nivîskarê Tarafê yê kurd Orhan Mîroglu hinek nivîsên xwe de dema rewşa siyasî li Tirkiye û Kurdistana Bakur dinirxîne , di hinek waran de PKK-ê rexne dike. Piştî hinek nivîsandinên Orhan Mîroglu, ew bi awayekî ji aliyê PKK-ê ve hatiye tehdît kirin.

Di vê derbarê de Partiya Sosyalist a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û di vê daxuyaniyê de helwesta PKK-ê ya tehdîtkar li dijê rewşenbîr û nivîskarên kurd şermezar dike û dixwaze ku xelkê kurd li Orhan Mîroglu xwedî derkevin.

Herweha Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR) jî ev helwesta PKK-ê rexne kir. Cîgirê serokê Hak-Parê Ibrahim Kureken di daxuyaniyekî di vê derbarê de dibêje: PKK bi vê helwesta xwe meşrutiyeta doza kurd têxe di bin gomanekî de û li himber xwe jî bêbaweriyekî diafirîne. Tehdît û kuştin herî zêde zererê dide tevgera kurd.

Di vê derbarê de serokê BTP-ê, Demîrtaş jî gote ku, nabê ku kesek bête tehdîtkirin, Divê herkesek bi azadî bikaribe rênînên xwe bêjin.

Rojnama Tarfaê îdia dike ku Miroglu ji aliyê PKK-ê ve bi kuştinê hatiye tehdît kirn. Herweha di hinek malperên  nêzikî PPK-ê de gelek nivîsên êrîşkar li dijê Miroglu tên belavkirin.

Back to top button