Li Diyala otomobilek bombekirî teqiya

 
 
Di vê derbarê de jêderekî ji navenda rêxistina pêwendîyên parêzgeha Dîyala ve, ji PNA re ragihand, ku şeva derbasbûyî li nav bazarek qezaya Baqoba, otomobîleka bombekirî teqîya û di encam de gelek kes  bûn qurbanî.

Li daxuyaniya  jêderî, di vê teqînê de 4 hevwelatî jiyana xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndarin. Ji kesên jiyana ji destdayîn 2 jî zarokin..
 
Herweha zererek mezin a madî jî peyda bûye dehên dikan û otomobil ji vê tekîne şewitîne û zerer dîtine.

 

Nûçe: Sîrwan Hesen / Germiyan
 

Nerîna min :