Şerm bike PKK
Ahmet Altan
Di jiyanê de ji bo min kiryara herî berjêr ew e ku kesên bi çek, yên bê çek tehdîd bikin, bitirsînin û dest bi zorbetiyê bikin. Bi piranî jiber vê sedemê ye ku ez ji darbeyên leşkerî dikerixim. Jiber vê yekê min ew bi bêexlaqî nirxandin. Ji hiqûq û demokrasiyê vegere, pelixandin û bêdengkirina bêçekan ya ji aliyê çekdaran, li dij merdanî, egîtî û dirûstiyê ye. Me bi salan li dij dewleta kûr, zorbetiya darbeyên leşkerî, failên meçhûl û înfazên bê darazî tekoşîn da û niha jî milê leşkerî yê PKKê, bêyî ku bişerme, Orhan Mîroglu bi kuştin tehdît dike.
Çeka Mîroglu tuneye.
Fikrên wî hene û wan dibêje.
Mîroglu li gel Mûsa Anter hate bi gulebarankirin û di laşê wî de hîna ew gule hene û niha jî PKK vî kesî bi ûslûbeke herî sefîl dixweze çavtirsî bike.
Çi bûye, Mîroglu ramanên siyasî yên PKKê rexne kiriye.
Eger hizreke we ya li hember heye, wê binivîsin.
Naxêr, hizreke xwe nabêjin.
Di şûna wê de lûleya tifingê rast dikin ser Mîrogluyî.
“Hiş be, nebî em te dikûjin!”
Ma gelo PKK bi vê kiryarê ve pesna xwe bide?
Bi tirsandina kesên bêçek, bi kuştina mirovên bêçek wê pesna xwe bide?
Ew dê mafê axiftinê nede Kurdan?
Ma qey mafê çi Kurdekî tune ye, ku ji bilî ramanên siyasî yên PKKê fikreke xwe hebe?
Baş e, serkirdeyên PKKê jî dibêjin ku „êdî bi çekê ve mirov nikare encamekê hilde!” ma Kurdek din wê nekaribe vê peyvê bêje?
Ma hûn xwedî, efendî û patronên Kurdan in?
Ew tiştên ku bi salan dewleta Tirk anî sere Kurdan, ma niha PKK wê bike?
Generalên darbeçê yên vî welatî bi salan digotin „her ramana ku ji derê hizra me, xiyanet e!” û kesên ku li gor xwe „xayîn” dibînin, dikûştin,, niha jî PKK wê heman çarenûsê bi Kurdan bide jiyandin?
Îro bi mîlyonan Kurd hene û ew difikirin, ku şerê çekdarî dema xwe derbas kiriye. Hûn dê hemiyan bikûjin?
Bi mîlyonan Kurd jî helwesta boykotê xelet didîtin, hûn dê wan bi kuştinê ve tehdît bikin?
Eger hûn bi vî aweyî zorbetiya xwe berdewam bikin, ew Kurdên ku li dij zulma dewletê ditekoşiyan, ev car jî bi tedayiya cekdarên xwe ve rû be rû bimînin?
Dewlet wan hiş bike, hûn wan hiş bikin.
Kurd bila qet qise nekin, ma ne wisa?
Eger qise bikin jî, yan gotinên dewletê, yan jî yên we dûbare bikin, hûn vê yekê dixwezin?
Gelo ji Kurdan re qedexe ye, ku ew jî bibin xwedî ramanên xwe?
Gelo ji Kurdan re ev yek heram e?
Ji artêşê bitirse, ji PKKê bitirse, ma Kurd jibo ku bitirsin hatine vê cîhanê?
Di vê serdemê de ku Ocalan li Îmraliyê hevdîtinên „aşîtiyê” dike, ev çawa nihêrîneke aşîtiyê ye?
Gelo têgîhîştina PKKê ya ji aşîtiyê, ji „xweseriya demokratîk” ew e ku bi çekên xwe di tirsandina Kurdan de hatî dawî azad û serbest be?
Gelo hûn Kurdistaneke wisa xeyal dikin, ku hemî Kurdên tê de bêdeng bûne û bes PKK diaxife?
Ev yek, xeyala Tirkiye ya dewleta Tirk bû.
Ev xeyala Tirkiye ya generalên darbeçê bû.
Ma hûn jî dibin şirîkên xeyala wan?
Eger hûn ew qas asan dibînin ku kesên çekdar dikarin yên bêçek, kesên bihêz jî dikarin yên bêhêz çavtirsî bikin, bipelixînin, baş e, êdî hûn li hemberî çi tiştî derdikevin?
Qey hûn dibêjin „Bila Kurd ne ji layê Tirkan, ji layê Kurdan bihêtin pelixandin!”
Kesên ku dibêjin “Bila Kurd azad bin!” ew dixwezin ku bila Kurd di binê qet tedayiyekê de nemînin.
Jiber ku ji pelixandina Kurdan ji aliyê Kurdan re “azadî” nahête gotin.
Eger ji pirça serê Mîroglu re zirarek bihête dayîn, ev yek ne ji aliyê cîhanê, ne ji aliyê Tirkiyê û ne jî, ji aliyê Kurdan ve dihête efûkirin!
Rastkirina lûleya çekan ya li ser kesên bêçek, ne egîtî ye, ne dirûstî ye, ne exlaqî ye jî…
Vegerin ji van helwestên tehdîtkarî û zorbetiyê, ne xwe û ne jî Kurdan bişermînin.
Kesê ku hûn wî tehdît dikin, ew mirov e ku hemî jiyana xwe daye doza Kurd.
Ew mirov e ku jibo mafên Kurdan tekoşîn kiriye.
Werin, hûn jî wek kiryara egîtane ya Mîrogluyî bikin, ku di destê wî de çek tuneye û ew di cane xwe de rêçên guleyan bi xwe re digerîne.
Bîr û baweriyên xwe bêjin…
He ta Miroğlu tehdît dikin, werin azadiya mejiyê wî ji xwe re mînak werbigrin.
Jiber ku ji wê azadiyê mezintir azadiyeke din tuneye…
Ahmet Altan
Jêder: TARAF
Werger: KNN/Hawar Elî