Civak

Daxuyaniya Navenda PEN a Kurd

Di 04.03.2010an de hêzeke polîsan bi fermana wezareta hundir ya Dewleta Beljîka bi ser nivîsgeha KNK û dezgeha telefiziyona Roj-TV de girt. 

Bi dehan rewşenbîr, rojnameger, nivîskar û niştîmanparêzên Kurdistanê hatin binçavkirin kirin. Polîsan ziyaneke mezin gihande alavên herdû dezgehan û çend mirov jî birîndar kirin.

Hêrîşeke weha li paytexta Ewropayê, li Brukselê, keleha parastina mafên mirovan, bîr û baweriya azad û parêzkara zagonên dêmokratî, wê ne biryara civakên ewropî û gelên wê be, bêtir ji wê ewê biryara çend xwefiroşên ewropî be, yên ku ketine dafika dewleta tirke paşvemayî û siyasetmedarên wê yî raperest.

Navenda PENa Kurd vê kiryara nizim şermezar dike û bangewazî parlemetoya Ewropî û dadgehên ewropî, yên ku baweriya me bi wan naheje, dike, ku ew xwediyên vê kirina nerewa bênine pêşiya berpirsiyariya dadwerî û kurdên ku hatine binçavkirin yekser bêne berdan.

Navenda PENa Kurd
10.03.2010

Back to top button