Ronakbîrê kurd yê bi nav û deng
![](/wp-content/uploads/2023/10/Rojev.jpg)
60 sal xitim bûn ji roja ji dayîkbûna s’ayîr, zimanzan, rojnamevan, pêdagog, karkirê civakî yê bi nav û deng Ezîzê Cewo Mamoyan, ku bi navê lîtêratûrî yê korda Mad jî deng daye.
Çiqasî bi lez û bez û bawer bikî bi texmînkirin sal bihurîn. Tê qeyî bêjî ew yek duh û pêr bû, gava Ezîz hela hê zarok bû, şagirtê min bû li Pampa min û xwe ya nawça Axbaranê (niha Sîpan li herêma Aragasotînê), lê îro îdî bûye mêrekî 60-salî û bi wê ra bi tevayî hogir û hevkarê min di warê wêje û çanda kurdî da. Eva îxbata, her çiqasî jî gotina min wek ya bi paradokîs, ecêb kifş bibe, alîkî da min xemgîn dike, ber ku ez bi temenê Ezîz zelaltir û kûrtir bi kalbûna xwe dihesim. Lê ew bêtir min şa dike û dilê min jî ber wê yekê bi hesîna serbilindîyê dadigre, ku ji şagirtê min întêlêktûêlekî kurd yê talantlî (bi kemal) çê bûye bi zemanekî karkirina berhemdarîyê û civakî yê dirêj.
Ezîzê Cewo 23-ê meha çilê sala 1949 an li gundê Pampa kurda ya nawça Axbaranê ji dayîka xwe bûye. Ewî di malbata mamostayê kedkir da (ev nav hukumata Ermenîstanê bi resmî danî ser bavê Ezîz) ya Cewoyê Emerê Mamo da bejin kişand û hate terbîetkirinê, di hemêza kalik û pîrkan ya Emerê Mamo û Gulîzera Reşo da, yên ku sedsala 19-da hatibûn vê cîhanê û ber vê yekê jî, heger em dikarin wa bêjin, kurdên natûrêl, kurdên xwerû bûn bi fikirandina patrîarxalîyê, lê yên usa, ku qedir û qîmetê wendin-perwerdê baş zanîbûn.
Piştî temamkirina dibistana heftsale ya gundê xwe Ezîz xwendina navîn di dibistana gundê cînar yê Elegezê da berdewan dike û ewê sala 1966-a temam dike.Salên 1966-1967-a ew xwendina xwe berdewan dike di xwendinxana bajarê Lênînakanê (niha Gumrî) ya pêdagogîyê da.Sala 1968-a ew bes’a kurdzanîyê ya fakûltêta zojhilatzanîyê da ya zanîngeha payîtextê Ermenistanê-Êrêvanê da tê qebûlkirinê û ewê bi serfirazî sala 1973-a xilaz dike.Eyînî salê da Ew vedigere gundê bav û kalên xwe û di dibistana xwe ya berê da fêrên(dersên) zimanê kurdî û ermenî bi cî tîne. Pis’tî zemanekî kin wî kifs’ dikin weke dîrêktorê (serokê) dibistana gundê Dêrîkê li nawça Aragasê,ya navîn. Salên 1983-1993-a Ezîzê Cewo weke rêdaktorê sereke kar dike di wezareta Ermenîstanê ya parastina surên dewletê di çapemenîyê (medîyaê)da li Yêrêvanê. Ji sala 1993 da ew dibe rêdaktorê berpirsîyar yê rojnama sêksîyona nivîskarên kurd ya Yektîya nivîskarên Ermanîstanê ya « Botan ». Nîveka salên 90-î Ezîz cîguhêzî payîtextê Rûsîyaê-Moskovayê dibe,li kî derê karê xwe yê berhemdarîyê û civakî berdewan dike. Ji sala 2002-a hetanî ya 2004-a ew dihesîbe wek sedrê ( pirêzîdêntê) avtonomîya kurda ya miletîyê-candî ya fêdêralî li Fêdêrasîyona Rûsîyayê.
Ezîzê Cewo weke welatparêzê alavî,bi s’ewat, bi heyacan û êntûzîyazm xwe pês’kês’î karê rizgarkirina gelê xwe ji bindestîya dagirkeran ya giran dike. Niha Ezîzê Cewo karê xwe yê berhemdarîyê berdewan dike weke zimanzan,s’ayîr û rojnamevan. Helbestên Ezîz yên yekemîn li ser rûpêlên rojnama kurdî ya Rîya Teze dîhar bûn,ku li Yêrêvanê dihat wes’andinê,lê pis’t ra di berevokên berhemên nivîskarên Ermenîstanê yên kurd da,ku salên 80-î bi sîstêmatîkî salê bi carekê dihatin wes’andinê bi sernavê gîs’tî yê « Bahar ».
Helbestên Ezîz dest xwe da bala xwendevanên kurd kis’andin ser xwe bi s’iklên xwe yên nû bi orîjînalîya xwe.
Sala 1998-a li Moskovayê bi zimanê s’ayîr yê berhemdarîyê yê kurdî hate çapkirinê berevoka berhemên wî bi sernavê « Kaewanên bêxewîyê ». C’end bes’ên wê da helbestên Ezîz yên lîrîkî hatine bi cîkirinê,lê di dawîya wê da sê destanên s’ayîr. Derheqa çi da jî Ezîz di berhemên xwe da dinivîse di wan da eyînî pêrsonaj,eyînî gehreman kifs’ dibe : kurd bi esil-esasê xwe,kurd bi karaktêrê xwe, kurd bi dîtinên xwe yên ser cîhanê û bûyerên di wê da çêbûyî û hertim di navik,di sêntra wê cîhanê da gundê wî yê hizkirî-Pamp û Kurdistana welat û dayîka wî.
Neheqîtîya vê cîhanê tabetiyê nade s’ayîr,gava gelê wî yê pirmîlîyonê hela hê azayî û serbixwetiya xwe ya hêjayî wê bi dest nexistîye.Lê bi wê ra bi tevayî s’ayîr bi berhemên xwe têkos’erên qeleça azadkirina welatê xwe da ruhdardike û hêvîya himberî duyeroja wî miletî ya ronik û ges’ dixe nav ruhiyeta wan.
Ezîzê Cewo bi pês’ê xwe va kurdzane û bi teyîbetî pisporê zimanê kurdî,zimanzane. Hela hê di salên xwendkarîyê da ewî dest bi lêkolînên di warê zomanê kurdî da kir.Rapor,dakladên wî yên yekemîn konfêransên lêkolînerên ciwanda dest xwe da bala zimanzanan kis’andin ser xwe û di kovaran da hatin wes’andinê. Pis’tî çend salên navbirîyê Ezîzê Cewo li Moskovayê kar û barên xwe yên pêdagojîyê jî nû va berdewan kir,lê îdî bi form,bi cûrekî dinê :gorîwê rews’ê, di nav kîjanê da ew bi xwe û hemû kurdên Yektîya Sovêtîyê ya berê ketin navê. Hilwes’ana Yektîya Sovyêtîyê bi awakî herî xirab bi ser kurdên wî welatî tersîr çê kir, ber ku bi sebebên xiravbûna rews’a sosîyal-êkonomîkî,lê carna jî bi motîvaên polîtîkî bes’eke kurdan di nava wî welatî da,bi Giranîli Rûsyayê ket rews’a cîhilan,ewaran,derodero bûyan.Jîyana kurdan ya hetanî warekî li ser hev,kompakt,gava li komareke weke ya Ermenîstanê da,gund û hetanî nawçên kurda jî hebûn,ji navê ra bû. Dutîretî,dubendîtîya,ku i nava kurdên Ermenîstanê da çê bû rews’a kurdan xirabtir kir. Di nava vê rews’a giran da bi cîanîna fêrên zimanê kurdî dibistanan da bû tis’tekî nebûyînê.
Dijwarîya dinê,ku li ber vî karî çê bû,ew bû ku wes’andina pertûkên fêrên ziman û lîtêratûra kurdî li Ermenîstanê hate rewestandinê,lê ewên salên buhurî hatibûn çapkirinê bibûn degmetîyên Bîblîyografîk,dest vî halî Ezîzê Cewo pênûs girte destê xwe û bi giranî ser bingeha lêkolînên xwe pertûka fêra ya zimanê kurdî,rasttir,giramêra kurdî çê kirû bes’ên wê ser rûpêlên rojnameke kurdî da wes’andinê ji bona karainê ya fêrkirina s’agirtên kurd.
Bawer bikî ji bona min,yê ku haya wî bas’ jî lêkolîn,xebatên Ezîz yên di warê zimanê kurdî da heye,tis’tekî ji nis’kê va bû çapbûna xebata wî ya bi nîrx bi zimanê rûsî bi sernavê : « Teyîbetmendîyên rêzîmanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindawropî di kurdî da ». Bi wê ra bi tevayî wê faktorê ez s’a kirim,ku ew xebat bi destî wes’angeheke usa bi
Pirêstîj,bi rûmet hatîye çapkirinê,çawa wes’angeha zanîngeha S.-Pêtêrbûrgêye û rêsênsêntên Çapkirina wê zanîyarên bi nav û deng,akadêmîkosê Akadêmîya Rûsîyayê ya Zanîyarîyê Î.M. Stêblîn-Kamênskî û doktorê zanînên fîlolojî,pirofêsor Ordîxanê Celîl^^in. Ev îzbat bi xwe îdî s’edetîya wê yekê dide,ku ev lêkolîna Ezîzê Cewo ser asta akadêmîsîyênîyê ya pewîst hatîye bi cîanînê.
Goveke gotareke ji bona malperan îmkanê nade,ku ez karkirina Ezîzê Cewo wek rojnamevan-pûblîsîst bi hûrgilî zaxim ber çevan.Bi tenê ezê kifs’ bikim,ku gotar û nivîsên ji yalê wî da nivî-sandî ser rûpelên rojnamên kurdî,ermenî û rûsî hatine mes’andinê,çawa li Ermenîstanê, her usa jî li Rûsîyayê,Awropayê û li Kurdistanê bi xwe. Em îdî derheqa yên bi malperan balavkirî da nabêjin. Ji ber keda xwe ya mezin di warê rojnamevanîyê da ew hatîye hilbjartinê wek endamê Yekîtîya rojnamevanên Ermenîstanê û Yekîtîya Sovyêtîyê, derengtir- endamê Yekîtîya rojnamevanên Rûsîyayê. Ew her usa jî endamê PEN kilûba kurdîye.
Ez gotina xwe ser hobêlîyarê me Ezîzê Cewo ser her da tînim bi hêvî û bawerîya himberî wê yekê,ku ewê vir hada jî xizmeta gelê xwe, edebîyet û çanda wî bike bi pênûsa s’ayîr,zanîyar û Rojnamevan. Ne axir ew ketîye zemanê gulvedana hêzên xwe yên berhemdarîyê yê herî bas’.
Dimîne em jê ra tundurîstîke mezin,gelek salên jîyanê daxwaz bikim.
Wezîrê Eşo & EuroKurd News