Meha Adarê!
Biqasî hêviya zarokî geş û xweş! Biqasî xewn û xeyala Hevalan pîroz. Biqasî dilê Ehmedê Xanî fireh, bi qasî pênûsa wî bi berke(bi bereket). Biqasî çemê Zap û mêraniya Oremarê bicoş. Biqasî peymana 11 adarê hilmek dîrokî. Biqasî Çiyayê Zagrosê asê û biqasî berfa zozanên Serhedê pak e … Û Adar bi bîstûyeka xwe geşbûna agirê dilê pêşerojê ye.
Û biqasî dilê Helepçe bi êş û jan, biqasî Qamişloka birîndar biaxîn û bixwîn, biqasî birîna Egîd kûr û dijwar …
Dema mirov li ser meha adarê difikire, gelek bûyerên tirajîk, wêranî û talanî bi serê me kurdan de hatiye, ez ê bêjim tên û dikarin bên jî, lê ne pênûs û ne jî zimanê min digire ez vê peyvê bibêjim. Lê ev rastiya ku em miletek bi giştî bindest in û dewletên welatê me dagirkirine, şûr û debûzên xwe yên têkbirin û tunekirinê timî di ser serê me re dibin û tînin jî, mîna germahiya tîrêjên rojê, li holê ye. Ji loma jî pêwist e em timî xwe ji bo bûyerên diltezên û trajîk amade bikin. Xwe bi rêxistin bikin û xwedî li şervan û hemû berxwedanvanên xwe yên diqada têkoşîna neteweyî de xwîn û xwêdanê didin derkevin û bi hemû derfetên xwe piştgirtiya wan bikin an go piştgiriya xwe bikin.
Li aliyê din jî, pêwist e em xebata xwe ya sivîl û medenî li bajar û gundên welat, li hemû deverên ku kurd lê dijî hê bihêztir bikin. Li sazî û dezgehên xwe, îro ji hemû rojan bêtir xwedî derkevin. Jixwe me dît û li ber çavê me hemûyan ew êrîşa dewleta Beljîka ya li ser sazî û dezgehên me, wek Roj Tv, KNK û komeleyên me yên çandî û medînî pêk hat. Li paytexta Ewrûpa li ber çavê dunyayê û bi awayekî zindî me dît bê çawa polîsên Beljîkî û yên Turk (esil turk) êrîşî ser studyoya Roj Tv kirin û kîn û hêrza xwe di serê alav û malzemeyên saziyê re derxistin. Gelo kîjan wijdan û dil dikare vê destdirêjiya çavsor û neheq qebûl bike, li himberî wê bêdeng bimîne. Gelo ev êrîş biçûya ser saziyekî turkan, ereban, efrîkiyan, latîn emerîkiyan wan dê Xwîn bi bi xwe ve nedîtibûna, dê dunyaya li ser serê Beljîkayê nekiribûna tara bêjingê?
Meseleya Ermeniya, Suryaniya, Pontusan … hwd, bûyereke dîrokî ye, di dema Osmaniyan de qewimîye lê çawa dema ev pêşniyaz di komisona wezareta derve ya Emerîkayê de û niha jî di parlementoya Swêdê de hate qebûlkirin, ji xwe re dên û bala xwe bidenê bê turk çi dikin û reaksiyoneke çawa nîşan didin!? Erdoxan heqaretê li parlemento û parlemeterên wan welata dike, dibêje parlementerên dengê erê dane vê pêşniyarê kesên cahil in, haya wan ne ji dîrokê, ne ji rastiya civakan heye û ti zanebûneke wan li ser bûyerên qewimîne jî tune ye. Ti nemaye bêje, ew parlementerên dengê erê dane hemal û qerwêşên taxên derveyî Kasimpaşaya Stembolê ne. Ev li aliyekî, li aliyekî din jî, xwediyê van gotina ev Erdogan e, yê ku digot:” zarok jî be, jin jî be, kal û pîr jî be, heger li himberî hêzên me yên ewlekariyê desthilîne, ew ê hêzên me çi pêwist be bikin (zindana Amedê, Dêrsim, geliyê Zîlan, dadgehên îstiklalê…) Yan hez bike yan jî biterikî û here”. Heger ev Erdoganê xwediyê van gotinan di sala 1915 an de jiyabûya, gelo wê çi bikira? Ez bi xwe bawer nakim ku tiştek cudatir ji bav û kalên xwe kiribûya. Baş e ku dem ne dama berî bi sedsalan e, û kurd jî, êdî ne kurdên berê ne; îro xwedî rêxistin, zana, hunermend û rêber in. Ji xwe gelê kurd di van sîh salên dawî de bi berxwedana xwe ya zindanan, ya serê çiyan, ya li welat û li derveyî welat nîşanî dunyayê da ku wan azadî ji her neteweyî bêtir heq kirine û heq jî dikin.
Bêguman xwedîderketina gel li sazî, tevger û nirxên neteweyî di asteke bilind de ye, ev jî di encama berxwedaneke pir mezin û bi dayinan berdêlên giran pêkhatiye. Gelê kurd bi têkoşîna bedêldayinê dibe xwedî îradeyeke ji pola. Bi vê bixwebawerbûnê pirên pêşerojê ava dike.
Çap û berfirehî û giraniya êrîşan çiqas mezin dibin bila bibin, ew ê nikaribin xwe li hemberî îredaya rêxistinbûyî ya gelê kurd bigirin. Çawa ku berê Meha Adarê li bihar û havînê ye, bi heman rengî, gelê kurd jî tevî hemû astengî û dijwarî û êş û janan jî, rabûye ser piyan û bi wê enerjiya ku ji xwebawerbûn û îradeya ciwanên xwe digire, ber bi Rojê de dimeşe…
EuroKurd News & Mehmet Filiz