Daxuyaniya DEMê di derbarê hevdîtina bi Wezîrê Dadê Tûnç rehatî kirin

Şanda DEM Partî bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç re civiya. Gulîstan Kiliç Koçyîgît piştî hevdîtinê daxuyanî da û got, “Me got divê girtiyên nexweş û yên ku raporên wan ên edlî hene bên berdan.”
Civîna şanda DEMê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç, ku hatibû plankirin, lê ji ber nexweşiya Sirri Sureyya Onder hatibû taloqkirin, îro hat lidarxistin.
Di civîna li gel Tunç hatî kirin de, ji DEM’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî amade bûn.
Koçyîgît piştî hevdîtinê daxuyanî da û got, “Me got ku hevdîtina me ya pêşîn şert û mercên tenduristiyê û tecrîda li ser Ocalan e. Me got divê şert û merc bêyî xwe hirde wirde bidin bên sererastkirin.”
Koçyîgît got:
“Me daxwaz kir ku ji bilî şanda Îmraliyê hin rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan biçin Îmraliyê. Me got divê girtiyên nexweş û yên ku raporên edlî girtine bên berdan. Wezîr hertişta ku me gotî bi baldarî nirxand. Gotin ‘Em ê li ser bixebitin’.”
“