Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Mazlûm Ebdî kir

Li Hewlêrê, Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî kir.
Di civînê de pêşhatên dawî yên li Sûriyê û peywendiyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û aliyên siyasî yên Kurd li Sûriyê ligel hikûmeta Sûriyê û gefên wê hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekezî li ser giringiya beşdariya Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê di desthilat û birêvebirina welat û dabînkirina mafên hemûyan kirin, û li ser karkirina bi hev re di nav civakên Sûriyê de ji bo parastina aştî û aramiyê û şerê li dijî gef û kêşeyan li hev kirin.
Pêwîstiya yekrêzî û yekrêziya di navbera hêz û aliyên Kurdî li Sûriyê weke garantiyek ji bo pêkanîna daxwazên Kurdan û mafên rewa li welat, rewşa Hola kampê û rola hevpeymaniya navdewletî li Sûriyê Şerê li dijî DAIŞê mijareke dinê hevdîtinê bû.