Pêvajoya fesihkirina PKKê û helwestên cuda

Piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê ya “Çek berdin û rêxistinê hilweşînin” nîqaşên li ser wê yekê dewam dikin ku PKK wê kengê kongreya xwe ya hilweşandinê pêk bîne, li Enqereyê jî gavên nû yên têkildarî pêvajoyê di rojevê de ne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên AKP’ê hatin dayîn, Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna Lijneya Biryar û Rêveberiya Navendî ya partiyê (MKYK) de careke din di derbarê pêvajoyê de peyama “biryarbûnê” da û rêveberiya partiyê jî heyetek ji bo geşedanên di asta saziyê de bişopîne ava kir.
Hevdîtina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û heyeta DEM Partiyê ya ku ji ber nexweşiya Alîkarê Serokê Giştî yê Parlementoya Tirkiye Sirri Sureyya Onder ku di heyeta Îmraliyê de bû hat taloqkirin, îro jî tê payîn ku pêk were.
Daxuyaniya Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk di destpêka hefteyê de ya “ew li bendê ne ku di dawiya Nîsanê de der barê pêvajoyê de nûçeyên baş bên” û Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya roja Sêşemê ya 22’ê Nîsanê de ya ku gotibû, “Dibe ku roja sêşema bê em li ser rojevên din nîqaş bikin” hêviyên ku PKK di demeke nêz de kongreya hilweşandinê li dar bixe zêde kir.
Di lobiyên DEM’ê de tê gotin ku PKK’ê ji ber sedemên “ewlehiyê” wê piştî lidarxistina kongreyê ji raya giştî re ragihîne.
Her çiqas ji bo kongreyê texmînên cuda bên kirin jî, nêrîna serdest hem di nava partiya desthilatdar û hem jî di nava DEM’ê de ev e ku “Ev pêvajo wê herî dereng di meha Hezîranê de bi awayekî erênî bi dawî bibe.”
Nivîskar Mumtazer Turkone dibêje “Erdogan wê pêvajoyê têk bidec û Bahçelî Tirkiyeyê ber bi hilbijartinên pêşwext ve bibe” ne tenê ji aliyê hevparên Tifaqa Gel, ji aliyê Partiya DEM’ê ve jî rastî berteka xwe hat.
Çavkaniyên AKP’ê her wiha balê dikişînin ser îdiaya ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi gotinên tund red kiriye û Serokkomar Erdogan di civîna MKYK’ê ya serê hefteyê de li ser ‘biryarbûnê’ nirxand.
Xebatkarên AKP’ê nêrîna “Hem di Serokatî û hem jî di nava dewletê de îradeyek heye, ne xirakirin” diparêzin.
Erdogan der barê hevdîtinê de agahî da: Em bi biryar û xîret dixebitin.
Bê guman her çikas xêrxazên vê pêvajoyê hebin, ewqas jî kesên ku naxwazin pêvajo serbikeve hene. Li gora ku, medyayê de pêvajo tê gotubûj kirin, dixweyê ku, hinek ji çepan û beşek jê Kemalîstan naxwazin ev pêvajo serbikeve. Yanî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ew aliyên ku, li ser xwînê û şer dijîn naxwazin PKK ji dev çekan berdê.
Ji bo vê yekê ji kurdan jî gelek kes di bin lêva de pêvajoyê rexne dikin û heta aktorêb di vê pêvajoyê de rol dileyzin rexne dikin.
Gotin heye ku dibêje ” Yên ne di dawetêdebe xweşreqas e”