
Îro 53 Salvegera Peymana di nav BARZANÎ / PDK û dewleta îraqê de ye
Salveger û serokê neteweya Kurd ê efsanewî
Mistafa BARZANÎ jîyan, efsane, tore, cejn, urf û adetê gelê Kurd û zanîna
wî û eslê xwe ye. 11ê Adara 1970î bû bergenameya dîrokî û qanûnî ji bo naskirina mafê gelê kurd. Di dîroka kurd û Kurdistanê de rojeka pejirandina otonomiya Kurdistanê qanûn û dîrokî bixwe ye. Di vê rojê de desthilata dewleta îraqê bêçare (mecbûr) ma loma bi kurdan re lihevhatinekî-peymaneka fermî îmze kir. BARZANÎ û PDk pirtûxaneyeka mezin e ji bo kurdayetîyê.
Ev peyman û lihevhatina roja 11ê Adara sala 1970î bû bingehê destkeftiyên Başurê Kurdistanê yên niha.
BARZANÎ zanîna neteweyî, efsaneyê hundirîn a neteweyî û avakarê tevgêra Kurd û Kurdistanê bi xwe ye. Ew qehremanê dîroka têkoşîna serxwebûna neteweyê Kurd û zanîna gelê xwe ye. BARZANÎ bûye efsanewî, wêne, peyv, huner û tabloyên dîrokî dipeyvin.
BARZANÎ tovên azadkirina Kurd û Kurdistanê reşandiye, her sal li dûv hev, ew di nav mêrg, newal, deşt û bestên Kurdistanê de şên dibin, gul û kulîlk vedibin, dibişkifin û dilên keç û xortên Kurd şad dikin.
Di jiyana BARZANÎ de gelek caran rojên giran qewimîne, gelek caran bûye reşebayî, bobelîsk, tofan û baran loma ew dibêje: di rojên dijwar de bêhêvî nebe û di serkeftinên mezin de xwe jibîr neke.
. Di rojên giran de BARZANÎ, ji bo rojên oxirmê giran, ji bo xîret û namûsê, axa Kurdistanê paraste
û ew bû efsanewî.
Çend merheleyên girîng di jiyana Barzanî de hene, ew jî ev in:
· Beriya sala 1940î û ta sala 1945
· Salên Komara Mihabadê, 1946.
· Çûna BARZANÎ ya Yekitiya Sovyetê digel pêşmergeyan, Meşa Mezin, 1947.
· Vegera BARZANÎ ji Sovyetê 1958 û lidarxistina şoreşê, 11 Elûna 1961ê.
· Salên 1970î -1975ê salên girîng in. (Reyalîzm di jiyana BARZANÎ de bilind dibe).
· Peymana Cezayîrê, 1975ê.
· 1ê Adara sala 1979an çû ser dilovaniya xwe, lê têkoşîna wî ma.
Siyaseta BARZANÎ di derûberê Yekitiya Neteweyan(FN), Yekitiya Ewropayî û Amerîkaya Yekbûyî de jî hevdem û nûjen bû û ji dewletên mezin jî ne kêmtir bû. Bi taybetî rola Barzaniyê nemir ji bo damezrandina Komara Mihabadê û pêywendiyên herdu nemiran BARZANÎ û QAZÎ MIHEMED divê bibe misalekê ji bo hevgirtî û piştgiriya tevgêra Kurd li hemû beşên cuda yên Kurdistanê. Bi serokatiya BARZANÎ di roja 11ê Adara sala 1970î de cara yekem bû ku kurd bi dewletekê re peymaneka fermî bi hevre îmzekirin û gelê kurd mafên xwe yên neteweyî û siyasî bidestxist.
11ê Adara 2023an

Serokê Akademiya Kurdî li Stockholmê
Maruf YILMAZ