Dugin: Kurdên Rojava bûne qurbanî

 

Hewldanên normalîzekirinê yên di navbera Şam û Enqereyê de dikarin li dijî Kurdên Rojava derkevin. Stratejîst û zanyarê siyasî yê Rûs Aleksandr Dugîn, ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Pûtîn re tê naskirin, nirxandinek li ser tê vê yekê nirxandinek kir. 

Dugîn dibêje, “Ev pêvajoyek dijwar e. Di navbera Esed û Erdogan de gelek nakokî hene, bi taybetî di asta şexsî de. Berê hevalên hev bûn, bê şik paşê rêyên wan ji hev cuda bûn. Di navbera Tirkiye û Îranê de jî gelek nakokîyên dîrokî hene. Ev sedem diyaloga di navbera alîyan de dijwar dike. Lê ez difikirim ku fikra lihevhatina Esad û Erdogan bi serê xwe fikrek pir rast e. Ji ber ku divê aştî bigihê Sûrîyeya ku niha êş û azarê dikişîne“.

Dugîn, bi berdewamî dibêje, “Di heman demê de Tirkiyeya ku li cîhanê li cihekî serdest digere û gav bi gav ji hegemonyaya Rojava rizgar dibe, bi awayekî objektîf nêzî Rûsyayê dibe.Niha ew du faktor, hevalbendîya Esed û Erdogan nêzîkî me ne. Ew dîsa jî dixwaze tevî siyaseta xwe ya taybet desthilatdarîyê bike; ku bi aqilane me nêzî hev dike. Li vir pirsek derdikeve holê: Gelo ev rewş wê ji bo Kurdan guncav be? Hinceta ketina artêşa Tirk a li nava xaka Sûrîyê, hebûna tevgerên radîkal yên li herêma Kurd a Sûriyê, ango li Rojava û Bakurê Sûrîyê bû. 

Eger lihevkirinek çêbibe wê Kurd bibin qurbanî 

Dugîn berdewam dike û dibê: “Li gorî min; di rewşek wiha de ez dikarim bibêjim ku di vê peymanê de Kurd dikarin bibin qurbanî, ji ber ku em niha bi rastî behsa peymanê dikin. Divê em realîst bin. Ev yek wê bi helwesta wan a li hemberî welatên Rojava hîn zelaltir bibe”.

Kurd bûne qurbaniyên Rojava

 Dugîn, di dawîyê de tîne zimên û dibê: “Tiştê ku ez dizanim ev e, di gelek alozîyên dema Bihara Ereban de, ramanwerên Globalîzma Rojavayî, ku piraniya wan ez bi xwe nas dikim, wek Bernard-Henri Lévy, hesabên xwe bi rêya Kurdan dikirin. Mîna ku îro anîn serê Ukraynîyan. Ji Kurdan re dewletek netewî pêşkêş kirin, li hember çar dewletên ku Kurd di dîrokê de tê de dijîn, li dijî Tirkiyê, li dijî Iraqê, li dijî Sûriyê û li dijî Îranê, piştgirîya welatên rojava pêşkêşî Kurdan kirin. Her yek, hemû (4 dewlet) bi awayekî dijberên rojava ne. Kurd jî bi vê lîztika jeopolîtîk a Rojava rehîn girtin”. Dugîn, behsa çarenûsa Kurdan jî kir û got: “Çarenûsa Kurdan bi taybetî li Sûriyê wê çawa be? Heger ew tenê piştgirîyê bidin axa ku Kurdan di şer de bi dest xistiye, ewê bi çi awayî û di kîjan dewletê de tev li kîjan dewletê bibin? Ewê rêberiya xwe bidin kê? Ewê li pey kîjan fikrê bin? Çawa bi Esad re têkilî danîn, wê bi Tirkiyê re têkilîyek çawa danin? Amerîkî tenê dibêjin em piştgirîya we dikin û hûn jî bidomênin. Lê tu çareserîyê nadin. Tenê projeya Kurdistana mezin pêşniyar kirin û Kurd jî kişandin alîyê xwe, lê ew proje li hewa dimîne. Lê di rastiyê de dijminên Kurdan ji hebûna wê nexşeya sûnî sûdê werdigirin. Lewma di encamê de; Amerîka bi pêşniyara vê projeyê Kurd dîl girtine. Li gorî min, divê ev rewş bi dawî bibe. Û li vir pir girîng e ku Kurd di cîhana pirçandî de cihê xwe bigirin. Bi ya min divê Kurd vê bikin. Naxwe wê rewşa wan bişibe ya Gurcistan, Ukrayna û Moldovayê”,

Rûdaw

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: