Civak

Barzanî: Pirsgirêk li derveyî hikûmetê nayên çareserkirin

 

 

Nakokîyên di navbera PDK û YNK de ziyanek mezin dide Kurdan û destketinên Başûrê Kurdistanê dixe xeterê. Hilbijartinên li Herêma Kurdistanê nêzîk dibin û di vê derbarê de nêzîkbûna her du partîyan wê wê ji bo pêşeroja herêmê gavek erênî û girîng be.

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di vê derbarê de axivî û behsa nêzîkbûna her du partîyan kir. Barzanî,  di derbarê  danûstandinên ji bo hilbijartinan yên di navbera PDK û YNK)de  ragihand ku her du partîyan li ser gelek mijarên girêdayî hilbijartinan li hev kirine. Barzanî, amaje bi wê yekê jî kir ku di derbarê hilbijartinan de pêşketinek heye û got, “Hê civîna polîtburoya YNK û PDKê nehatiye zelalkirin, lê desteyên hilbijartinan yên her du partiyan li hev civiyan û heta astek mezin li ser çawaniya hilbijartinan li hev kirin”. 

Nêçîrvan Barzanî, carek din YNK vexwend civînên Civata Wezîran û got: “Pirsgirêk ne ewqas mezin in ku neyên çareserkirin. Bi baweriya min divê tîma YNKê vegere ser karê hikûmetê. Em dikarin hemû pirsgirêkan di nava hikûmetê de çareser bikin û çareyan ji wan re bibînin. Pirsgirêk li derveyî hikûmetê nayên çareserkirin, çareserî hikûmet e”. 

 

Back to top button