
Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton, di derbarê hilbijartinên Amerîka yên sala 2024an, şerê li Ukraynayê, siyaseta Amerîka ya li herêmê û li ser Kurdan ji çapemenîyê re axivî. Bolton, anî zimên ku serxwebûna Kurdistanê di berjewendîya Amerîkayê de ye. Herwiha Bolton teqez kir ku ji sedî 99ê dîplomatên Wezareta Derve ya Amerîkayê li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.
John Bolton, li ser hilbijartinên Tirkiyê jî axivî , got ku di tûra duyemîn de wê Erdogan bi ser keve û berdewam kir: “Ez difikirim ku Erdogan wê piranîya dengan bi dest bixe. Lê belê, ewê di tûra duyemîn de bi ser bikeve, ne di tûra yekem de”.
Bolton, di derbarê Kurdistanê de jî dîtinên xwe anîn zimên û got: “Li gor min Kurdistanek serbixwe di berjewendîya Amerîkayê de ye. Bi baweriya min navçeyên Kurdistanî yên Iraqê dikarin bibin bingeha welatekî serbixwe. Pêwîst e deverên din yên Iraqê bi awayekî cuda bên birêxistinkirin, ev jî rewşek aloz e”. John Bolton, diyar kir ku ew piştgirî didin Referandûma Serxwebûnê ya sala 2017an û got ku “ji sedî 99ê dîplomatên Wezareta Derve ya Amerîkayê li dijî dewletek serbixwe ya Kurdistanê ne”.