
Dibêjin go xwedê xirab bike ji her alî de xirab dike.
Erdhej ne bes bû îcar lehîyê jî bela xwe li Kurdan da û 14 kes kujtin.
Barana ku doh êvarê dest pê kir li Riha û Semsûrê (Adiyamanê) bû sedema lehîyê. Lehîya ku rabû û heta bi herêma bajarê Mêrdînê jî bandore xwe nîşan da, bû sedemê wêranîya mal û milkê xelkê û gelek mal û trimbêl di bin avê de man.
Hat ragihandin ku di encama lehîyê de heta niha 14 kesan jiyana xwe wenda kirine û dibe ku hejmara mirîyan zêdetir jî bibe.