
Civîna Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo rojeva hilbijartinê bi dawî bû. Di civîna 6 saetan de mijarên wek tedbîrên li hemberî îhtîmala girtina HDPê, çawanîya avakirina tifaqa hilbijartina bi Tifaqa Ked û Azadiyê re, pêvajoyên têkildarî serlêdanên namzetên parlamenterîyê û biryara ji bo diyarkirina namzedê serokkomarîyê hat gotûbêjkirin. Di civînê de hat destnîşankirin ku senaryoya herî bi avantaj a ji bo bidestxistina hejmara herî zêde ya parlamenteran ew e ku partiyên îttîfaqê bi yek partî û yek lîsteyê bikevin hilbijartinê. Di civînê de biryar hat dayîn ku HDP bi yek partî û yek lîsteyê bikeve hilbijartinê.
Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) jî di civîna dawî ya Meclîsa Partîyê de biryar da ku bi amblem û namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Ev biryara TÎP û HDPê ya ku bi yek partî û yek lîsteyê têkevin nava liv û tevgerê, wê di civîna Tifaqa Ked û Azadiyê ya 17ê Adarê de jî bê nîqaşkirin. HDPê rîskên ku ji ber doza girtina li Dadgeha Destûra Bingehîn didome nirxand û Partîya Kesk û Çep wek alternatîfa herî xurt a partiya ku wê bikeve hilbijartinê dît. Mijara namzetê serokkomarîyê ma piştî serdana namzetê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglû. Piştî hevdîtinê wê HDP erê yan na biryara xwe ya namzetê serokkomarîyê bide.