Dawî li zagona derbeyên leşkerî tê
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bilend Arinc, derheq zagona 35an de ku heta niha leşkeran pê derbeyên leşkerî dikirin, agahdarî da televizyona Rêça Kadiz (Samanyolu) û got:
”Plana ku di xizmeta navxwe ya Artişa Tirkiyê de heta niha li gor xala 35an ku dema dixwestin derbeya leşkerî dikirin, pêşnumaya wê hate pejirandin. Kes êdî ji bo parastina komarê li dij sifîlan û wergerandina hikûmetê, radana parlemanê, jê re bêjin derbe yan navekî din lê bikin, bi radana parlemanê sazkirina sazûmana leşkerî êdî bila neyê fêmkirin û ji vê yekê jî bila kes kar ji xwe re dernexin. Berpirsyariya Artişê, dê ji nû ve bête sererastkirin.
Ev guhartina ku dê bête kirin, wê ne tenê xala 35an be. Li Tirkiyê her kes dizane ku leşker hertim vê xalê ji xwe re dikirin pêgir û derbe dikirin.
Dema serokê cuntayê Kenan Evren û Tehsîn Şahinkaya vexwendin dadgehê, gotibûn ku “ew mafê xala 35an ku daye me, kes niakre me dadgeh bike û derbeya me ya leşkerî mafekî zagonî bû.”
Referenduma ku di 12ê Êlûna 2010an de çêbûye, rê vekir ku ev xala 35 ji holê bête rakirin.
Eger ev xala nû li parlemanê bi piraniya dengan bête pejirandin, êdî leşker li Tirkiyê nema karin derbeyeke leşkerî bikin.
Bi rakirina vê xalê, çaxekî nû di dîroka Artişa Tirkiyê de vedibe.
Berhem Badik
Rojeva Kurd/ Enqere