Polîtîk

Wek îro pêşengê kurd Şêx Seîd hate darvekirin

 

Îro salvegera darvekirina pêşengê kurd Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî ye. Berî 88 salan di rojekî wekî îro de Şêx Seîd û 47 hevalên xwe li Amedê hatin darvekirin. 

Piştî ku cezayê darvekirinê li Şêx Seîd û hevalên wî hat birîn, Şêx Seîd ji bo nimêj bike, destûrê werdigre û li ser pirsa nûçegihanê rojnameya Akşam a Tirkiyê ‘Hûn hest bi çi dikin?’ wiha dibêje: “Bi darvekirina min ne êşe, darvekirina min ji bo dîn û Xweda ye.” Şêx Seîd berê bê darvekirin gotina xwe ya dawiyê wiha dibêje: “Emê li mehşerê hesab bipirsin. 

Şêx Seîd kiye?

Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîranî. Sala 1865an li Xinûsa Erzîromê ji dayîk bûye û 29ê Hezîrana 1925an li Amedê hat darvekirin. Yek ji şêxên Neqşebendî, pêşawa û şoreşgerê kurd bû. Di sala 1925an de li bakurê Kurdistanê serhildana Şêx Seîd da destpêkirin.

Li hemberî zorbetî û îxanetên Kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13ê reşemiya 1925an de serî bilind kir. Kurdistanê bajar bi bajar ji destên dewleta Romiyan (navê niha Tirkiye) derxistin. Êrişî Amedê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi biryara şûrayê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewamkirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.

Di 10ê gulana 1925an de wan derxistin Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Amedê. Nêzîkî 50 rojan darizandina wan dewam kir. Di 28ê hezîrana 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de, yên din û Şêx Seîd di 29ê hezîrana 1925an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Hê jî nayê zanîn ku cenazeyê Şêx Seîd û hevalên wî li kuderê ne û çawa hatine veşartin.
Back to top button