DAÎŞ û Xebata Îdeolojîk

Abit Gurses

Armanca DAÎŞ’ê, li Iraq û Sûrîyeyê,  ji danîna dewleta îslamî zêdetir, têkbirina statûya kurdan li Kurdistana  Iraq û Sûrîyeyê û pêşî li ber girtina Kurdistana Federe û serbixwe ye…

Dewleta KT (Komara Tirkîyeyê) jî bi vê armancê alîkarîya van fosîlên paşverû dike…

Her weha Beşar Esed jî bi heman armancê, li hember van tu şerekî ciddî nekirîye û nake…

Armanca kadroyên BEES’a ruxayî, ku îskelet û aqilê eskerî ya vê şebekeyê pêktînin û dewlemendên şovenîstên erebên antî-kurd jî  her yek e…

Ango, Kurdistan e…

Hem jî di nîvê Rojhilatanavîn de, Kurdistana  serbixwe, sekularîst, pluralîst û demokratîk e…

Bi qasê van faktoran giring, faktoreke din jî heye ku ji çar alîyên dinyayê  îslamîstên fanatîk tîne ba hev, ew jî îdeolojîya cîhadîst a îslamî ye…

Naveroka îdeolojîya cîhada îslamî, dagirkerî, talankerî, tecawuzkarî ye. Referansa vê îdeolojîyê şirovekirina radîkal ya Qur’an û îslamê ye…

Kultura cîhadê ji kultura kevin ya eşîrên erebên bedewî hatîye. Ev kultur, di dema derketina îslamîyet û  Mihemmed Mistefa de, di  nav civakên ereban de serdest bû  û îro jî hîn serdest e, berdewam dike… 

Hinek li ser karakter û naverokên polîtîk û pratîk ên hikûmet û muxalefetên (opozîsyon) Suûdî, Yemen, Misir, Lîbya, Cezaîr, Surîye, Lubnan, Filistîn, Iraq û welatên din ê ereban hûr bin, hûn ê bibînin ku, nûner û temsilkarê cîhada îslamî, ne bi tenê DAÎŞ e, ev kultur di nav hikumet û muxalefetên ereban de serdest e!…

Ka Bahara Erebî?

Çi lê hat?

Çima Bahara Erebî wergerîya tarîtîya zivistanê?

Ji ber ku hêzên cîhadîst, fanatîk ev şoreş beravêtî kirin… 

Kiryarên qirêj yên DAÎŞ’ê di îslam û Qur’anê de hem heye,  hem jî nîne… 

Nîne, ji ber ku di dema destpêka derketina xwe de, yanî di dema qelsîya xwe de Mihemed  ji bo ku dost û hevalên xwe zêde bike, da xuyakirin ku îslam oleke  aştîxwaz, mirovperwer û  nerm e…

Piştî ku bi hêz bûye, tiştên dî gotîye û kirîye, xwestîye îslamîyetê bi zorê bide qebûlkirin û belavkirin… Di hedîseke xwe de Mihemed weha dibêja, ‘’la yeştemiû kafîrûn we qatilîhî fi el narî ebeden’’ Kesê ku kafirekî bikuje tu car pê ra nakeve nav agirekî …   

Cîhada (dagirkerî, talankerî, tecawuzkerî) ku Omer bin Xettab pêkanîye ji alî gellek misilmanên dinyayê ve tê pesinandin,  ji cîhadîstên îro (DAÎŞ, ENSAR EL ÎSLAM, EL QAÎDE, ŞEBBAB, HİZBULLAH û hwd) ne nermtir, ne jî însanîtir bû! Hingî leşkerên dagirker bi navê cîhadê, heya Bakurê  Bilîsê, Kurdistan dagîr kiribû, milletê kurd dabûn ber şûrên xwe…

Motîvasyonên îdeolojîk yên qatilên DAÎŞÎ gellek giring e…

Mixabin hêzên Kurdistanî ji tirsa xwe ku xelk nebêjin ‘li dijî îslamê ne’, ji alîye têkoşîn û xebat û çalakîyên îdeolojîk ve pirr qels dimînin…

Xebat û tekoşîna îdeolojîk li hember ‘’Cîhada’’ DAİŞ’ê divê bibe karekî  giring yê dezgehên medya, unîversîte, çapemenî,  rewşenbîr, sîyasetmedar, rojnamevan û şêx û  melle û alimên olî yên Kurdistanê…  Bi taybetî  melle, şêx û zanayên olî divê cemaatên xwe, milletê xwe li ser ‘’cîhada DAİŞ’’ê, ku armanca wan jinavbirina Kurdistanê ye, agahdar bikin, hişyar bikin…

Her weha, divê dezgehên peywendîdar, parastin û partîyên sîyasî sedema tevlêbûna xortên kurdan nav refên DAÎŞ’ê tesbît bikin, pêşîyê  lê bigrin…

Divê em kumê xwe deynin pêş xwe bifikirin, bi destê kesên girêdayî dewleta Tirk, çawa bi deh hezaran kurd li Dîyarbekirê kom dibin û xwedî li cîhadîstên qatil derdikevin!

Tu şik û şubhe nîne ku xort û keçên me yên dilêr, pêşmerge û gerîllayên qehreman wê ji alîye eskerî de zora DAÎŞ’îyan bibin… Lê şikandina wan çeperan, di nav civaka me û milletên ciran de bi xebata îdeolojîk  pêkan e (mimkin e)…  Kesên ku motîvasyonên wan ê îdeolojîk tunebe, bi  cesareteke  korane xwe nadin kuştin… 

Eger motîvasyoneke îdeolojîk nebaya, ji 80 welatên cihê yên dinyayê bi hezaran ‘’mucahid’’  nedihatin ba hev, hicumê Kurdistanê û xeynê xwe herkesî nedikirin…  Bêguman dagirkirin û talankirina Kurdistanê bi tenê bi motîvasyona îdeolojîk nikare were izah kirin, gellek faktorên din jî hene, destê gellek dewletan di nav wan de hene, lê tişte ku hemû wan aktor û faktoran dike yek, ew jî nehiştina statuyeke sîyasî ya Kurdistanê ye…

Kengî ev qîyamet li ser serê kurdan rakirin?

Dema Kurdistana Başûr amadehîya serbixweyîyê kir û li Kurdistana Sûrîyeyê Kurd gihiştin statuyeke defacto…  

Çawa û çima hin kurd dikarin xizmeta DAİŞ’ê bikin?

Dema DAÎŞ’îyên qatil sere pêşmergeyê qehreman, Hucam Surçî jêkir, vê wazifeyê bê şeref jî dabûn qatilekî kurd!..

Awirên sitemkarîya şehîdê nemir Hucam Surçî tu car nayê jibîrkirin!

Dema serê pêşmergêyê Kurdistanê bi deste qatilên kurd bê jêkirin!

Eger Hizbûllaha Kurd ku girêdayî mihraqên tarî yên dewleta Tirk, karibe li Dîyarbekirê bi hezaran kurdan kom bike û aşkere xwedî li qatilên DAÎŞ derkeve! 

Dema melleyê mizgefteke Hewlêrê bi jin û zarokên xwe ve tevli DAİŞ’ê bibe, di Cebha Kerkûkê de serkêşîya DAİŞ’îyên qatil bike!

Divê  kurd rûnin bifikirin!…

Ji bona van sedeman xebat, şer, têkoşîn û çalakîyên îdeolojîk gellekî giring in, heta ji şerê çekdarî jî giringtir in… Em êdî gihane umrekî,  ji me nayê em herin cebheyê rahêjin çekan, lê em dikarin di xebat û warê îdeolojîk de xizmeta milletê xwe û însanîyetê bikin… Ji ber ku cîhadîstên îslamî, ne bi tenê dijminê milletê kurd in, her weha dijminê hemû însanîyetê ne…

Îslama Kurdî

Divê melle, zanayên olî û oldarên Kurdistanê pêywendî  û  wekhevîya îslama cîhadîst û îslama Kurdistanê bidin ber hev. Îslama kurdî ya tradîsyonel (teqalidî) û îslama cîhadîst ku DAİŞ temsila wê dike, çiqas nêzikê hev in, çiqas dûrî hev in û çima?

Bêguman referansa hemû misilmanan Mihemmed û Qur’an e…

Referansa misilmanên Kurdistanê jî ev çavkanî ne… Lê belê em dikarin bêjin îslama tradîsyonel a kurdî, ne hêrişkar, dagirker, talanker, tecawuzkar e! Lê berevajî wê,  navê îslamê gellek caran ji alîye hêz û dewletan ve bi awayekî wasiteya fetih û dagirkerî hatîye bikaranîn. Wek Omer bin Xettab, Dewleta Osmanî û hwd.

Divê zana û lêkolîner li ser bixebitin, analîz bikin, di gel ku kurd jî misilman in, çima û çawa versîyoneke nerm, mirovperwer a îslamê li Kurdistanê bi cîh bûye?  Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Abdulselam Barzanî, Şêx Seîd, Qadî Mihemmed, Melle Mistefa Barzani û tevger û şoreşên ku wan pêşêngîya wê kirine îslamîyeteke çawa parastine, dane pêş…?

Her weha pêşengên  berxwedanên Qoçgirî û Dêrsimê, elewîtîyeke çawa parastine?

Dema mirov li van tevgeran, armanc û metodên wan ê xebatê dinêre, dibîne ku îslam û elewîtî bûne referans li hember zilm û zordestîyê… 

Êzîdîtîya kurdan jî her bûye referansa xweparastinê…

Yanî milletê kurd di tarîxa nêzik de tu caran olên xwe (îslam, elewîtî, êzîdîtî) li hember tu milletî bi kar neanîne… Bi eksê wê, bi millet û civatên din ên misilman re pêkvejîyan li her çar parçeyên Kurdistanê  gellek normal e… Heta heta di nav eşîrekê yan jî konfederasyona eşîrekê de hem misilman, hem filleh (xiristîyan) hem jî êzîdîyan cîh girtine. Wek nimûne, eşîra Hewêrkan, eşîra Şemikan. Ez bixwe nizanim, min nebihîstîye ku li dinyayê de nimûneyên weha hene yan na. Li gellek bajarên Kurdistanê hîn jî hem mizgeft, hem dêr (kilîse) hem jî sînagog (hawra) heye…

Ger weha nebaya Kurdistana Başûr îro nedibû hêlîna misilmanan, xiristîyanan, êzîdîyan, kurdan, tirkomenan, suryanîyan, keldanîyan, ermenîyan û ereban…

Divê ev taybetmendîya pirr kulturî, pirr olî were parastin û pêşve here. 

Di dîroka Kurdistanê de bi tenê îstîsnayek heye, ew jî di Qetlîama Ermenîyan de 1915 (di Fermana Fillehan de) hin şêx û oldarên kurd bûne destikê Teşkilatî Mahsusa ya Dewleta Osmanî û Hikumeta İttihad Teraqqîyê… Ev tişt jî bi destê Dewleta Osmanî pêk hatîye. Bêguman lêkolînên zanistî divê bê kirin, da ku em fehm bikin, van eşxasan bi çi awayî roleke weha qirêj leyistiye. Yan jî  çiqasî bi îradeya xwe tevli Fermana Fillehan bûne?

Roja îro, qels jî be, îslama cîhadîst li Kurdistanê heye. Ev ji du çavkanîyan tên xwedîkirin, yek Hizbullah e, li Kurdistana Tirkîyeyê bi destê dewleta Tirk hatîye xwedîkirin, pêşxistin, ya dî jî Ensar el Îslam e, li Kurdistana Başûr, ku girêdayî derve ye…

Îslama tradîsyonel a kurdî û îslama cîhadîst a ‘’kurdî’’  gellek dûrî hev in…

Îslama tradîsyonel a kurdî di nav civata Kurdistanê de bûye kultura serdest û hetta niha îslama cîhadîst a kurdî di nav civata Kurdistanê de cihekî giring negirtîye, lê ji bo têkbirina doza kurdî ev xet bi awayekî sîstematik tê xwedîkirin û xurtkirin…

Li vir giringîya tevgera sîyasi ya Kurdistanê a demokratîk derdikeve pêş.

Tevgera sîyasî ya Kurdistana Bakur, (xeynî PDK-T) bi giştî ji çepîtî referans girtîye û hîn jî tesîra çepîtîyê li ser vê tevgerê gellekî xurt e. Di van salên dawîyê de derdorên PKK bi danîna hin dezgehên olî û Nimêjên Înîyê xwestin bi girseyên gel ra bi awakî nû, bi motîvên îslamî têkilî deynin, lê encamên xebata wan hîn ne zelal e…

Her weha, hin grûpên îslama sîyasî dixwazin li ser îslama tradîsyonel a kurdî sîyasetê bikin wek Însîyatîfa Azadî…

Bi kurtebirî, îro îslama cîhadîst a erebî bi navê DAÎŞ li serê Kurdistana Başûr û Rojava bûye belayeke mezin. Pêşmergeyên Kurdistanê û gerîllayên PKK’ê, PYD’yê ji Celewla, heta Şingalê, ji Hesekê heta Kobanê û Efrînê şerê man û nemanê dikin. Heta niha bi hezaran pêşmerge û gerîlla şehîd ketine, bi sed hezaran  sivîl koçber bûne, bi hezaran keç û jinên me dîl girtine…

Dîyar e ev şer şerekî  domdar e…

Divê şerê îdeolojîk jî domdar be.

Di şerê îdeolojîk de çekên me, nirxên însanîyetê ne, ilm û zanîn e, kultura pêkvejîyan û lêborîne ye…

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: