Heyeta Parlamentoya Kurdistanê li gel partiyên Bakur civîyan

 

Heyeta  Parlamentoya Kurdistanê  îro(12.02.2015) li Amedê  bi  partî û sazîyên Kurd û Kurdistanî re civîneke hevdu naskirinê û dan û stendinê pêk anî.

Heyeta Parlamentoya Kurdistanê  ji  Elî Halo, Salar Mehmûd, Mihemed Elî  Yasîn Taha, Êvar Îbrahîm, Necîbe Letîf Ehmed, Kemal Yelda, Behar Ebdulrehman, Perwa Elî Heme pêk hatibû.

Partî û sazîyên  ku beşdarî civînê bibûn ev in: PAK, HAKPAR, KADEP,TKDP, PDK Bakur,ÖSP,Hereketa Azadi, DDKD, Tevgera İslamiya Gel.

Heyeta Parlamentoya Kurdistanê, sedema zîyareta xwe, wek pêşde birina dan û stendinên di navbera Başûrê Kurdistanê û yê Bakurê Kurdistanê îfade kirin. Heyetê grîngîya yekitiya neteweyî  anî zimanî  û got ‘’Em dixwazin di warên kulturî û civakî de jî têkiliyên xwe pêş de bixin.’’

Beşdarên civînê yên partî û sazîyên Bakurê Kurdistanê jî, her yek li ser navê partî û sazîyên xwe, di derbarê yekitiya neteweyî  û dan û stendinên her du perçeyên Kurdistanê de bir û rayên xwe anîn zimanî.

Hevdu dîtina Heyeta Parlamentoya Kurdistanê û partî û sazîyên Bakurê Kurdistanê di atmosfereka germ û welatperwerane de derbas bû. 12.02.2015

Buroya Çapemenî  û Ragehandinê ya PAKê

Nerîna min :