Polîtîk

Hevditinin Tevgerê li Başûr berdewamin

Heyeta Tevgerê îro (11.02.2015) bi serdana Sendîkaya

Rojnamevanên Kurdistanê hevdîtinên xwe domand.

Di heyeta pêşwaziyê ya Sendîkayê de Sekreterê Giştî yê Sendîkayê Birêz Azad Şêx Yûnis, endamên rêvebiriyê Birêz Hendren Ahmed û Hamid A. Bedirxan cih digirtin.

Di hevdîtinê de mijarên wek kar û barên medyayî ya başûrê Kurdistanê, malûmat wergirtina rojnemegeran, rewş û paşeroja medyaya Kurdî û mafê rojnamevanan hate axaftin. Heyeta Sendîkayê li ser rewşa niha ya medyaya başûrê Kurdistanê, heyeta Tevgerê agahdar kir.

Hevdîtin bi sohbeteke xweş bidawî bû.

 

Back to top button