Civak

Pêşmerge bi tundî bersiva DAÎŞê da

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Xazirê dibêje, vê şevê terorîstên DAIŞê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin.

Seyd Hejar Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Xazirê ji malpera KDP.info re ragihand: “Vê şevê terorîstên DAIŞê li gundê Hesen Şam ê eniya Xazirê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê her zû Hêzên Pêşmerge bersiva wan dan û êrişa wan têk birin û wan terorîstan gellek ziyan dîtin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Di wê êrişê de, gellek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin, lê ji ber ku şev e em nizanin hejmara kuştiyên wan çend e.”

Back to top button