Polîtîk

Fransa ji bo alîkarîkirina Kurdistanê amadeye

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li roja sêşem 10.02.2015 ji aliyê birêz François Hollande ve li Koşka Élysée ya li bajarê Parîsê hate pêşwazî kirin.

Di destpêka hevdîtineke germ û dostane da Serokê Fransa xweşhaliya xwe bi serkeftinên hêzên Pêşmerge yên li bereyên rûbirûbûna terorîstan li Kurdistanê û her wiha serkeftina Pêşmerge û hêzên Kurdan li Kobanê derbirî û ji bilî wê balkişand li ser rola Fransa li yarmetîdana serbazî û palpiştiya asmanî ya Pêşmerge tekez li wê yekê kir ku Fransa li warê mirovî û siyasî û serbazî da berdewam dibê û her wiha li meseleya yarmetîdana Kurdistanê li gel welatên Ewrupa jî li hemahengiyê da dibin. Serokê Fransa eve jî dûpat kir ku li gel welatên Ewrupa da hemû şiyanek dixine ger ji bo piştevaniya siyasî û mirovî û dabînkirina pêdiviyên serbaziyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serokê Fransa tekez li wê girîngiya azadkirina Musil û nehiştina terorîstan li cihên din kir.

Li beranber da Serok Barzanî spasiya gelê Fransa û Serokê Fransa kir ji bo palpiştîkirina wan û her wiha serdana Serokê Fransa ya ji bo Hewlêrê bilind nirxand ku li demeke gelek qeyranawî bû û Kurdistan ketibû ber êrîşa terorîstan û ew serdan bandoreke li xelkê Kurdistanê û dilniya kir ku Kurdistan dostên gelek mezin heye. Serok Barzanî serxweşiyê jî li Serokê Fransa û kesukarê qurbaniyên êrîşa terorîstî ya li ser kovara Sharlî Ebdo kir.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de çûna Pêşmerge ya Kobanê û girîngiya azadkirina Kobanê û hemahengiya di navbera hêzên Kurdan xistin ber behs û Serok Barzanî spasî Serokê Fransa kir ku pêşwaziyê li nûnerên jinan û şervanên Kobanê kiriye û pêzanînên xwe jî ji bo vê hengava Serok Holand hebû.

Her li vê kombûnê da Serok Barzanî ronahî xiste li ser amadekariyên artêşa Iraqê û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo azadkirina bajarê Musilê ji destê terorîstên Da’îş û bi kurtî jî di derbarê rewşa meydanî ya bereyên şer xisterû.

Li mijareke dinê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê xiste ber behs û guftûgoyê û ji bilî wê balkişand li ser hevdîtina Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê li bajarê Munîxê bi navê zalbûna li ser qeyranan û terorîstan tekez li hemahengî û hevkariyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir.

Li beşekî dinê kombûnê da rewşa emnî û siyasiya navçeyê û kêşe û rewşa navxweyî ya terorîstên Da’îş hate axaftin.

Hêjayî gotinêye ku li vê kombûnê da Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bû.

Back to top button