Iraqê arikariya penaberan nekiriye

 

Li Hewlêrê konferansek derbarê bandorahatina penaberan bo ser rewşa aburî û civakiya Kurdistanê hate sazkirin.

Di destpêka konferansa han de nunerê banka navnetewî Robert Bevjdy peyvek pêşkêş kir behsa rewşa penaberan û pêdiviyên wan kir.

Navhatî herwiha behsa ew hevkariyên ku ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve pêşkêşî penaberan hatine kirin kir û tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta Kurdistanê li gor karînên xwe kariye bi başî hevkariya penaberan bike.

Pişt re wezîrê plandanan yê hikûmeta Kurdistanê Elî Sendî jî peyvek pêşkêş kir û amara penaberên heyî yên li Kurdistanê de û herwiha bandorê ew hijmara han li ser rewşa aburî û civakî ya Kurdistanê şîrove kir.

Her di konferansa han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û behsa rewşa penaberên heyî yên li Kurdistanê de û herwiha rewşa giştî ya Kurdistanê kir.

Serokwezîr Barzanî got: “Hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hewl dide daku xizmeteke zêdetir pêşkêşî welatiyan bike û jiyaneke bextewer ji bo wan dabîn bike.” Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî dike ku, bi ciddî bi wan ve bên û awirekî bidin rewşa wan.

Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa rewşa Penaberan jî kir û got: “Heta niha hikûmeta navendî ya Iraqê weke pêwîst hevkariya penaberan nekiriye.”

Nerîna min :