Civak

DAIŞ ji Şingalê direve, PKK hewl dide bo berjewendiya xwe rewşê têk bide

Qayimeqamê nû yê Şingalê ragihand ku, hemû amadekarî bo rizgarkirina Şingalê û navçeyên din hatine kirin, lê PKKê hewl dide bo berjewendiya xwe rewşê têk bide.Mehma Xelîl Qayimeqamê nû yê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ li nava Şingalê pir lawaz bûye û roj bi roj direvin, ev çend roj in ku av û xwarin neketiye destê wan çekdarên ku li nava Şingalê mane. Berdewam hewar dikin, herwiha ji tirsa ti DAIŞiyekî biyanî li navçeyê nehiştine, yên ku mane xelkê Tilefer û derdora Şingalê ne.”Xelîl wiha got: “Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî berdewam li wan didin û gelek ziyanên canî û madî digihînin wan.”Qayimeqamê Şingalê wiha domand: “Moralê xelkê navçeyê pir bilind e, bi taybetî piştî hatina hêzeke mezin ji Pêşmerge bo navçeyê bo rizgarkirina Şingalê. Pilanekî pir baş bo wê yekê hatiye danîn û xelkê navçeyê hêdî hêdî vedgerin ser mal û hale xwe.”

Back to top button