Polîtîk

Walstirom: Kurd ji bo cîhan û mirovayetiyê şer dikin

Roja sêşem 03.11.2015 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Hikûmeta Swêdê kir ku ji xanima Margot Walstirom Wezîra Derve û Peter Holdvîst Wezîrê Bergirî û xanima Anîka Molîn Hêlgêrn Balyoza Swêd li Iraqê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Wezîra Derveyê Swêdê behsa rola hêzên Pêşmerge ya li şerê dijî Da’îş kir û palpiştiya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorîstan û her wiha hevpeymaniya navdewletiya li dijî Da’îş dûpatkir û wê yekê bi Serok Barzanî ragihand: Hûn ji bo cîhan û mirovayetiyê şer dikin û cîhan bi çavekî rêz ve temaşa Serok Barzanî û Pêşmerge dike. Wezîra Derveya Swêdê ji bilî balkişandina li ser metirsiyên terorê, civaka navdewletî ji bo têkşikandina terorê pêwîstî bi yekrêzî û yekdengiyê heye.Her li vê kombûnê da Wezîrê Bergiriyê Swêdê balkişand li ser wê yekê ku ji bo çareserkirina giriftên rojhilata navîn pêwîste di destpêkê de Da’îş bê tûnekirin û li şerê dijî terorîstan da heta serkeftin li gel Pêşmerge dibin û alîkariya serbazî û tendirustiyê û meşq û rahênanê pêşkêşî Pêşmerge dikin.Li beranber da Serok Barzanî spasiya şanda mîhvan û Hikûmet û gelê Swêdê kir ku palpiştê Pêşmerge û xelkê Kurdistanê ne û li rojên teng jî da welatê Swêdê hemwelatiyên Kurd himbêz kirine. Serok Barzanî ji bilî dûpatkirina wê yekê ku pêwîste ewlewiyeta serekî şerê Da’îş bê, behsa metirsiyên terorê kir ku hereşeye ji bo hemû aliyek û rûbirûbûna wê jî erkê hemû welateke û ji bo çareserkirina terorê pêwîste sedemên serhildana terorê bê peydakirin û neyê hiştin û tenê muamele li gel encamên terorê neyê kirin û li çareserkirina sedeman de jî dikarin çareseriya siyasî yek ji wan rêyên rêgirtina serhildana terorê be.Her li vê kombûnê da behsa rewşa siyasiya navçeyê û Herêma Kurdistanê û her wiha rewşa mafên mirov û jinan kirin û her du alî tekez li ser pêwîstiya kûrtirkirina pêkvejiyan û bingehên mirovsalarî û bi hêztir kirina demokrasiyê kirin.Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê, Ce’fer Şêx Mistefa, Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.

Back to top button