CîhanPolîtîk

Li Hewlêrê rewşa herêmê nirxandin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 03.11.2015ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Fereydon Sînîrlîoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê û şandeya diplomasiya pê re kir.Sînîrlîoglu sipasiya wê pêşwaziya lê hatiye kirin kir û kêfxweşiya xwe jî li hember serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da û got ku ev ji mêj bû wî dixwest serdana herêma Kurdistanê bike, lê jiber rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê derfet çênebû.Wezîrê derve yê Tirkiyeyê tekîd li ser wê yekê kir ku divê têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê di hemû waran de zêdetir xurt û berfureh bibin, bi tyabetî di warê rûbirûbûna metirsî û êrîşên terorîstan û binbirkirina terorê li deverê de bi yekcarî, ji ber ku Tirkiye herêma Kurdistanê bi fakterê îstîqrara deverê dizane, ji ber hindê zêdetir xurtkirina têkeliyan, hevkarî û hevahengiya navbera her du aliyan de karekî giring û bi fêdeye ji bo hemû deverê.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, sipasiya serdana wezîrê derve yê Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê kir û pîrozbahî li xelkê Tirkiyeyê kir ku bi awayekî serkeftî dawî bi pirosesa hilbijartinên giştî yên welatê xwe anî û hêvî xwest hikûmeta nû ya Tirkiyeyê bi zûtirîn dem were pêkanîn û ew têkeliyên saxlemên di navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê hene berdewam bin û zêdetir geş bibin.Serokwezîr behsa rewşa êkonomî, siyasî û emnî ya herêma Kurdistanê û pirgirêkên navxweyî yên herêma Kudistanê kir û got ku ew bi berdewamî lêdixebitin hemû pirs bi rêya dîyalog û danûstandinan bên çareser kirin.Barzanî got ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê li ser serkeftinan bi ser terorîstên DAÎŞ de berdewam e, lê herêma Kurdistanê pêwîstî bi zêdetir hevkarîya dostên xwe heye, bi taybetî ku hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan ji tirsa terorîstan hatine herêma Kurdistanê û vê yekê jî barê herêma Kurdistanê, bi taybetî di ware êkonomî de giran kiriye.

Back to top button