Civak

Dadgehl cezayê îdamê da kujerê wan

Dadgeha Tawanan a Hewlêrê cezayê îdamê da kujerên malbatekî 5 kesî ji rojavayê Kurdistanê.

Parêzerê şêwirmend li Hewlêrê, Birzo Seîd derbarê biryara dadgehê de ji Rûdawê re ragihand: Îro Çarşemê 11ê Kanûnê Dadgeha Tawanan a Hewlêrê cezayê bidarvekirinê bi ser Ferîdûn Kerîm Remezan de sepand, ku di destpêka Cotmehê de li gundê Pîr Reş ê Hewlêrê hemû endamên malbateka 5 kesî ya ji Rojavayê Kurdistanê kuştibûn.

Birzo Seîd dibêje, dosyeya wî bikujî dê ji Desteya Giştî ya Dadgeha Temyîz a Herêma Kurdistanê re bê şandin, piştî pesendkirinê jî bo serokatiya Herêma Kurdistanê tê şandin.

Kesê bi navê Ferîdon Kerîm Remezan ku niştecihê Hewlêrê ye, roja 02.10.2019an hemû endamên malbateke pênc kesî kuştibûn ku ew malbat ji Rojavayê Kurdistanê bû û koçberî Herêma Kurdistanê bûbû.

Bikuj Ferîdon Kerîm piştî bûyerê di demeke kurt de ji aliyê hêzên emnî yên Kurdistanê ve hatibû girtin.

Bûyer li nêzîkî gundê Pîr Reş ê ser bi bajarê Hewlêrê ve çê bûbû. Di bûyerê de du hevjîn bi navê Besam Resûl û Solîn Mihemed Nezîr û 3 zarokên wan ên bi navê Mihemedê 5 salî, Roşka ya 7 salî û Husên ê 11 salî, ji aliyê wî kesî ve hatibûn kuştin.

Besam Husên Resûl ku hostayê kaşî û seramîk bû û ji bajarê Dêrik ê Rojavayê Kurdistanê bû û li gel hevjîna xwe Solîn Mihemed Nezîr û sê zarokên xwe bo maweyê şeş salan bûn li Hewlêra Herêma Kurdistanê niştecih bûbûn.

Roja 7ê Cotmehê Asayişa Hewlêrê bi daxuyaniyekê û tomareke vîdyoyî îtîrafên bikujê malbata Rojavayî belav kiribû. Di daxuyaniya Asayişê de û li gor îtîrafên bikuj hatibû gotin: “Li gor danpêdanên tawanbar, zêdetir ji du sal e, peywendî û cîrantiya wî li gel ‘Besam Husên Resûl’ bi nasnavê ‘Heysem’ hebûye û ev nêzikî mehekê ye jî sarbûnek ketibû navbera wan. Lêbelê êvariya 02.10.2019an tawanbar bi otomobîla xwe, wê malbatê dibe bo gerê, paşê jî nîqaş di navbera kujer Ferîdon û qurbanî Heysem de rû dide. Piştî wê nîqaşê jî tawanbar bi çeka Kilaşnîkof êrişî Heysem dike û dikûje. Paşê tawanbar, hevjîna Heysem a bi navê ‘Swêl Mihemed Nezîr’ hêj sax bûye  û ew bi keviran kuştiye. Piştre jî her sê zarokên bi navên Husên ê 11 salî, Rojka ya 7 salî û Mihemed ê 5 salî kuştine.”

Back to top button