Polîtîk

PDK herdem pişta pêkhateyên Kurdistanê digre

Parlemantoya Kurdistanê di rûniştina xwe de , li ser pêşniyarek a Turkmenan sekinî û PDKê jî pişgiriya vê pêşniyarê kir û ew pêşniyar bû biryar. Parlementereka Turkmenan di vê derbarê de dibêje ku,em destxweşiyê li PDKê dikin ku herdem pişta pêkhateyên Kurdistanê digre.

Sara Dilşad Parlemantera Kurdistanê ya Partiya Geşepêdanê ya Turkman da xûyakirin ku, Xwendina yekem di parlemantoyê de ji bo pêşniyarek ya Turkmenan hate kirin. Rojên netewî yê Turkmenan jî dê li Kurdistanê bibin Rojên Fermî . PDKê di parlementoyê de pişgiriya vê pêşniyarê kir û ew bû biryara parlementoyê.Ev cara yekê ye ku pêşniyarek bi vî rengî tê pêşkêşkirin, ku destkefteke mezin e ku rojên yên neteweya Turkamnî bibin rojên fermî li Herêma Kurdistanê.

Dilşad wiha got: “Em wek Turkman destxweşiyê li helwesta PDKê dikin, ku berdewam piştevaniyê li pirsên me yên netewî dike. Ji ber ku me bi dengê PDK û Xristiyanan karî xwendina yekem ji bo wê pêşniyarê bikin, ku her vê hefteyê dê komîteya rewşenbîrî û yasayî biryar li ser were dan û xwendina duyem jê re were kirin.”

 

Back to top button