Polîtîk

Hêjmarek endamên YNKê dest ji kar dikişînin

Hinek endam û berpirsên devera Germiyan ên YNKê dest ji kar kişandin. Di vê qonaxa behsa çêkirina kongreya YNKê tê kirin alozî jî berdewamin. Gelek endam û berpirsên YNKê gazinda dikin û hinek ji wan jî ji bo şermezarkirina vê rewşê ji dev YNKê berdan.

Çend kesên berpirsiyarê devera Germiyan daxûyaniyek belav kirin û rexneyên tund li malbata Talabanî dikin.

Çar berpirsên YNKê li devera Germiyan di daxûyaniyê de behsa xebata xwe ya 30 salî di nava YNKê de dikin û dibêjin: Em bi hêvî li benda çaksazî û nûbûnê bûn û careke din rabûna ser piyan a YNKê bûn, li gor şîretên Mam Celal. Lê piştî mirina Talabanî ‘Ne YNK, nav YNKê de hat parastin, ne jî çepke gula Mam Celal wek xwe ma.’’

Di daxûyaniyê de dibêjin ku, piştî koça dawî ya Mam Celal derî li ser kesên dilsozî rêbaza Mam celal girtin û wan ji partiye dûr têxin.

Herweha di daxûyaniyê de dibêjin: Me biryar da dest ji kar bikêşin ji nav rêzên YNKê. Ji îro û pê de em xwe azad dibînin ku li her partî û rêxistineke din a siyasî de kar bikin û xebata xwe berdewam bikin.

Berpirsên ji dest kar kişayîn:

1 – Seywan Narênî – Cîgirê berpirsê malbenda Germiyanê ya YNKê û berpirsê beşa rêxistinê.

2 – Ehmed Hemesalih Ebdula – Koordînatorê malbenda Germiyanê û berpirsê komîteya rêxistina Kelarê.

3 – Mihemed Nûrî Zorab – Koordînatorê malbenda Germiyanê yê beşa rêxistinê.

4 – Ednan Mihemed Marif (Şêx Ednan) – Endamê malbenda Germiyanê û berpirsê ofîsa rêxistina malbendê.

 

Back to top button