Cîhan

Şahî dawî hat û Tirkiye ceza dikin

Amerîka li ser pirsa S400an radigihîne: Şahî dawî hat û ewê Tirkiyeyê ceza bikin û çekên ko li dijî rojavayê Kurdistanê bikartîne qedexe bikin. Berpirsên Enqereyê jî gefa girtina bingehên leşkerî yên Încîrlik û Kûrecîkê li Waşîngtonê dixwin û didin zanîn ko ew dest ji S400an bernadin.

Hikûmeta Tirkiyeyê li ser kirîna mûşekên S400 rijd e û Amerîka jî li ser cezakirina Tirkiyeyê.

Ji daxuyaniyên berpirsên Enqere û Waşîngtonê wisa xuya dike ko krîzek mezin ber deriye.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar dibêje ew dest ji S400an bernadin û dê demsala bihara bê bixebitînin.

“Perwerdekirina karmendên ko dê S400an bikarbînin berdewam e û perwerdehiya wan dê dawiya vê mehê temam bibe. Emê S400an di demsala biharê ya sala 2020an de bixebitînin. Êdî em dest ji S400an bernadin û divê em hişê xwe bidin ser çareseriyek wisa ko S400 di destê Tirkiyeyê de hebe. “

Li ser vê pirsê daxuyaniyek tûnd jî ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu ve hat. Çavuşoglu bermaberî egera cezakirina Tirkiyeyê, gefa girtina bingehên leşkerî yên Încîrlik û Kûrecîkê li Amerîkayê dixwe. Herwiha dide zanîn ko ger Amerîka balafirên F35 nefroşe Tirkiyeyê ewê bedîlên din bigerin.

Lê sebra Amerîkayê jî nemaye. Serokê Komîsyona Pêwendiyên Derve yê Senatiya Amerîkayê Jîm Rîsch dibêje êdî çi rê name û şahî dawî hat. Ji ber kirîna S400an ewê Tirkiyeyê ceza bikin. Herwiha ji ber operasyona dijî rojavayê Kurdistanê jî ewê ceza li ser Wezîrê Bervaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar û hejmarek berpirsên din ên Enqereyê bisepînin û çekên ko Tirkiye li rojavayê Kurdistanê bikartîne qedexe bikin.

Back to top button