Niha jî hêviya xwe Babacan vê girêdidin ?
Wezîrê derve yê berê Ali Babacan bi pişgiriya serokkomarê berê Abdullah Gul partiyek nû ava dike. Babacan di bernameya partiya xwe de dixwaze behsa pirsa kurd jî bike. Ji bo vê yekê Babacan li Enqere du rojan hinek kesayetên Kurd re civînek kir û vê civînê du rojan berdewam kir.
Koradînatorê pêvajoya “Aşitiyê“ wezîrê berê Başîr Atalay jî tevlî civînê bû. Ji kurdan jî kesên wek Mesut Yeğen, Vahap Coşkun, Sinan Hakan, Mehmet Emin Aktar, Yusuf Alataş, Abdülbaki Erdoğmuş û Sertaç Bucak tevlî civînê bûn.
Lê piştî civînê ji kurdên ku tevlî civînê bûyîn tu daxûyaniyek belav nekirin û behsa naveroka civînê nekirin.
Hinek kurd li bakurê Kurdistanê pirsa Kurd wek pirsek siyasî û netewî nabînin û di tevahiya Tirkiyebûnê de wek pirsek a demokrasi û civakî dibinin. Heta gelek ji van kurdan jî hewl didin bi navê kurdeyatiyê bibin parlementer yan jî berjewendiyekî kesayetî destve bînin. Kesayetek wek Sertac Bucak ji bo vê yekê deste xwe li hemû deriyekî dide.
Bucak zêdeyî 30 sala di nava PSKê de wek berpirsiyarî siyaset kir, vegeriya bû serokê HAK PARê, di TRT 6ê de bername çêkirin, dawîyê xwe avêt di nava baskek yê PDK a Tirkiye de û wek mîsyonekî PDK parçe kir. Herî dawî xwe radestî HDPê kir. Niha jî heviya xwe ji bo parlementeriyekî partiyên nû bene avakirin ve girêdaye.
Baş tê zanîn ku Bucak, Kardaş û hinek din wek wan di hilbijartinên li pêşiya Tirkiye de ji HDPê dibin kandîdat û mimkine hesreta dile wan pêk werê.
Kurd li bakur divê behsa rastiyekî bikin û ji bilî rexneya û helwestên siyasî bazirganên siyasî tazî bikin. Behsa wan û zerera didin tevgera kurd bikin.
Li Tirkiye tu partiyên siyasî newêrin ji xeta sistema dewletê derkevin û bi awayek radikal behsa pirsa kurd bikin. Hinek kurd tene şîretan li partiyan dikin û rêya çewe denge kurda bigrin nîşa wan didin.
Hinek kurdên ku bi vekirî dîtinên xwe ji bo pirsa kurd ditin kifşkirin jî, ji aliye partiyên sisteme ve hemû derî li wan têne girtin. Ji bo vê îro gelek kesayetên niştiman perwer bê dengin.
Li bakurê Kurdistanê heta ku siyasetmedar û kesayetên kurd nikaribin behsa rastiya doza xwe bikin û li ser xetek netewî pirsa Kurd neparêzin. Dê her leyiztikbin di nava lingên siyasetmedarên Tirk de.
Nûçe/analîz