Civak
Arikariya mirovahî rêdike rojavayê Kurdistanê
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî arîkariyên mirovahî ji bo benaberên rojavayê Kurdistanê berdewamî rêdike. Piştî êrîşa Tirkiye destê yekem Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji berî her kesekî xwe gihand xelkê rojavayê Kurdistanê û ji bo wan arîkariya pêwîst kir.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ev karwanê 6ê ye ku arîkariyê rêdike rojavayê Kurdistanê. Berpirsê karwanê arîkariyê Pîrdiyan Cafer, da xûyakirin ku, ev karwana şeşemîn a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo xelkê Rojavayê Kurdistanê ye ku ji 40 barhilgiran pêk tê û 1700 kon, 9 hezar doşek, 2600 fîltirên avê, 600 kartonên cilûbergên zivistanê tê de cî digirin.
Arîkarî li gora pêdivîyên xelkê li rojava tê tesbît kirin û li gora wê yeke pêdivîyan amade dikin û rêdikin rojavayê Kurdistanê.