Civak

D.X.B. 7500 kg goştê qurbanê belavkir

Ji bo hatina cejna pîroza qurban, li helmetekî berfireh de bi hevkariya xêrxwazên Kurdistanê 7500 kîlo goştê qurbanê li ser 3720 malbatên li wargeha koçberên Rojavaya Kurdistanê û 1050 malbatên koçberên Rojhilata Kurdistanê dabeşkir.

Li dirêjahiya kar û çalakiyên berdewam de bi navê zêdetir xizmetkirina wan malbatên koçberên ku hatine Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Heyva Sora Îmaratî û xêrxwaz û Ebdulrehîm Mardîn xwediyê kompanya Geyare û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û dehan xêrxwazên din li rojên cejna pîroza qurbanê de 7500 kîlo goştê qurbanê li ser 3720 malbatan de dabeşkir heman demî de 1050 malbatên koçberê Kurdên Rojhilata Kurdistanê ku ji bo her malbatek 01:30 kîlo û nîvek goşt li ser wan de hate dabeşkirin.

Dabeşkirina goştê qurbanî li gor wargehên koçberên Rojavayê Kurdistanê bi vî awayî bûye, li wargeha Qesrok (100) malbat, wargeha Berdereş (550) malbat, wargeha Dareşekiran (490) malbat, wargeha Kewirgosk (2300) malbat, wargeha Basirme (330) malbat, heman demî de ev helmeta Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî van wargehan jî girt ku koçberên Rojhilata Kurdistanê têda hatine nîştecîh kirin, wargeha Kawa (285) malbat û wargeha Dêgele (50) malbat, wargeha Girdeçal (145), mala şehîdên Kurdan (25) malbat, wargehên li nav bajaroka Koye (45) malbat, wargeha Azadî (500) malbat goştê qurbanê li ser wan de hate dabeşkirin.

Di derbarê çawayiya dabeşkirina goştê qurbanê li ser koçberan de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Ji bo hatina cejna pîroza qurbanê, bi hevkariya rêxistina Heyva Sora Îmaratî û kompanya karebayî ya Geyare û dehan kesayetiyên xêrxwaz, li gor wê plana ku me dariştibû li rojên cejn û rojên dawî de goştê qurbanê me dabeşkir ku ji 7500 kîlo goşt pêkhatibû li ser pênç wargehên koçberên Rojavayê Kurdistanê ku ji bo her malbatek (1:30) kîloyek û nîv goşt li ser wan de hate dabeşkirin. Heman demî de li vê cejnê de malbatên koçberên Rojhilata Kurdistanê jî nehatin ji bîr kirin, ji bo wê yekê li dirêjahiya helmeta me de goştê qurbanê li ser (1050) malbatên koçberên Rojhilat li wargeha Kawa, Dêgele, Girdeçal, Cejnîkan û wargeha Azadî û çendîn malbatên dewruberê bajaroka Koye hate dabeşkirin.

Back to top button