Civak

Barzanî wenegirek baş e

Kêyfa Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî ji fotograferiyê (Wenegirtinê)re tê. Gelek caran bi kameraya xwe wêneyê dîmenên xwezayî digire. Herwiha di civînên çapemeniyê de jî bala xwe dide fotograferan ka çawa wêneyan digirin.

Fotograferê Kurd Azad Leşkerî, wêneyekî Barzanî li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê belav kiriye. Tê de kamerayek di destê Barzanî de ye û bala xwe dide dîmenekî xwezayî yê Kurdistanê.

Leşkerî wiha nivîsiye: ‘’Kêfa Barzanî ji girtina wêneyan re tê, carekê ez wek fotograferekî di hizûra rêzdar de bûm, ji min re qala wênegirtina xwe kir, got ku ez gelekî wêneyan digirim û arşîfeke min a mezin heye.’‘

Li gor Leşkerî, Barzanî di gelek civînên çapemeniyê de bala xwe dide wênegiran ka gelo çawa wêne digirin, ji ber kêfa wî ji wênegirtinê re tê û gelekî jî hez ji bikaranîna kamerayê dike.

Leşkerî wiha dibêje: ‘’Di çar demsalên salê de Barzanî dema diçe çiya û deştên Kurdistanê bi kameraya xwe gelek wêneyên xwezaya Kurdistanê digire.’‘

(Bas)

Back to top button