Qubadî: Em deyndarê asayîşa Kurdistanê ne

Behmen Qubadî Sînemakarê navdarê Kurd radigihîne: Ew asayîş û emniyeta ku îro li Herêma Kurdistanê heye, li welatên rojhilata navîn û bi taybet li welatên Îran û Tirkiyê de tûne.

Sînemakarê Kurd Behmen Qubadî ku Serokê Endamên Lîjneya Dadwerên Festîvala Navdewletiya Fîlmî (Kan) li welatê Belçîka bû, bi sedema mijulbûna projeya xwe ya nû nekarî li vê festîvalê da beşdar bike û li guftugoyekî taybet da li gel Ajansa Frans Press a Fransî behsa rewşa dawî ya asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê kir.

Qubadî got: Her Kurdek xwe bi dilsoziyê ve agahdarî welatê xwe ye û heta îro jî li jiyana xwe de bi vî awayî min hestekî wiha baş nebûye û em xwe deyndarê hinek kesan dizanîn ku vê aramî û asayîşê ji bo me pêkanîne.

Nerîna min :