Nivîsar

Cudatiya jimara ayetên Quranê

Îro kîjan olzanê Îslamî dema behsa jimara Ayetên Qurana pîroz dike, dibêje: ”Di Quranê de 6.666 Ayet hene.”

Lê belê li gor hin rîwayetên din, hejmara Ayetên Quranê cuda cuda derxistine holê.

– Gelo sedem çi ye ku newekhevîtiya hejmara Ayetên Quranî çêbûye e?
– Gelo olzanekî Îslamî dikare vê pirsê zelal bike?

Ez ê encama  lêkolîneke xwe ya li ser Qurana pîroz,  kurtî pêşkêşê we xwendevanên hêja bikim:

Ayetên Quranê, di nava 23 salan de ji cenabê Pêxemberî re bi riya milyaket Cibraîl dahatine.

Ayeta pêşî, sal 610ê Zayînê, li bajarê Mekeyê, meha remezanê, şeva Qedrê, li çiyayê Nûrê û di şkefta Hîrayê de ku hatiye ev bû: ”Iqre bismî rebbike…” (Bi navê Xwedayê xwe bixwîne…)
Ayeta herî dawîn jî, li bajarê Medîneyê (Suretê  Maide ayet 3) ev bûye: “We etmem tu lekum dîne kum…” (Me ola hewe ji we re kame kir…)

Dema Ayet ji cenabê Pêxemberî re dihatin, ji aliyê Zeydê nivîsendeyê Wehyê ve li ser belgên xurme, çerm, hestiyên deve û textikan bi alfabeya erebî ya bêniqût dihatin nivîsandin. Herweha ew Ayet di eynî demê de, ji aliyê Hafizquranan ve jî dihatin jiberkirin.

Lê piştî wefata Pêxemberî (Medîne), dema ku di herba Yemameyê de 70 hafizquran hatine kuştin, hingê biryar hatiye wergirtin ku Ayet tev bêtin nivîsandin û weke pirtûk çêbibe.

Ew Ayetên ku dahatine, dema xelîfe Ebûbekir (632-634) weke pirtûk, bi devoka Eşîra Quryşê di cildekî de hatine nivîsandin. Ev yek jî bûye sedemê nerazîbûna Ereban ku çima bi devoka Qureyşiyan hatiye nivîsandin. Piştre destûr hatiye dayîn ku Quran bi heft zaravayên erebî yên din jî were nivîsandin.
Ew nusxeya Qurana ku Xelîfe Ebûbekir amade kiribû, ji aliyê Merwanê xelîfeyê Emewiyan ve hatiye şewitandin..

Zeydê kurê Pêxember ê me´newî, herweha nivîsendeyê Wehyê, di pirtûka xwe de gotiye: ”Ez salekê di odeya xwe de mam  û derneketin derva ta ku min nivîsandina hemû Ayetan qedand. Piştre, min ew Ayet kirin 114 beş,  min ji her beşekê re weke ´sûret` navekî lê danî.
Piştre ez çûm ba Xelife Omer û min gotê: ´Nivîsandina Ayetan bi dawî hati`.  Xelife Omer ew nusxe weke pirtûk bi navê Quran derxist holê.”

Xelife Omer  dema Xelîfe Osmanê kurê Efan (577-656) jî hatiye desthelatiyê, Quranê ji nû ve amade kiriye, lê xwerû bi zaravayê eşîra Qureyşê daye nivîsandin. Ew yek jî bûye sedemê nerazîbûna Ereban. Wî gelek nusxe zêde kirine û hinartine welatên ku bûne bisilman.
Di wê navê re gelek nusxeyên sexte jî weke QURAN derketine piyasê, lê belê ew nusxe bi fermana Osmanî tev hatine şewitandin.

Gava Quran di dema xelîfeyan de hatiye nivîsandin, niqut di elîfbêtika erebî de nebûne. Yanê tîpa B, T û SÊ, ji hev nedihatin naskirin. Têpa SÎN û ya ŞÎNê ji hev nedihatin rastkirin. Hin tîpên din jî wisa hebûne.
Lê di sala 70 ya Hicrî de, zimanzanên Ereb niqut danîne ser hin tîpên elîfbêtika erebî, da şaşî di nivîsandin û xwendina erebî de çênebe.

Îcar dema ku hem Ayetên Quranê û hem jî Hedîsên cenabê Pêxemberî  veguhaztine alfabeya nû ya bi niqût, newekhevîtî ketiye nava wan. Xasma jî di jimara Ayetên Quranê de ango Ayet ji kurê dest pê dike û li kurê diqede ji hev dernexistine. Ji ber hindê niha jî  rastiya jimara ayetên Quranê ne diyar e ku çiqas e.

Derheq jimara Ayetên Quranê de rîwayetên cuda cuda li holê hene:

Quran di nava 23 salan de dahatiye.
– 13 sal li Mekeyê ku ew Ayet di nava 86 sûretan de hatine komkirin.
– 10 sal li Medine, ew Ayet jî di nava 28 sûretan de hatine komkirin.
– Di Quranê de 114 sûret, 30 cizû, 120 hizb û 300.620 tîp hene.

1- Li gor hinek olzanan, jimara Ayetên Quranê digel Bismilahiya di serê sûretan de 6.349 ayet in.

2- Zumexşerî û Mele Seîdê Kurdî gotine: Quran 6.666 Ayet in.

3- Zanayên Misrê gotine: Quran 6.226 Ayet in.

4- Îmam Nafi´gotiye: Quran 6.217 in.

5-  Ibnu Ebas gotiye: Quran 6.616 Ayet in.

6- Ibnu Şeybe gotiye: Quran 6. 214 Ayet in.

7- Olzanên Mekkê gotine: Quran 6.220 Ayet in.

8- Olzanên Kufeyê gotine: Quran 6.236 Ayet in.

9- Olzanên Besrayê gotine: Quran 6.205 Ayet in.

Bi hêviya peyitandina Ayetên Qurana pîroz, her şad û bextewer bin.

Engûrya 14/ 10/ 2014

Zeynelabidin Zinar

Back to top button