Pêşmerge bi tundî bersiva êrîşa DAÎŞê da
Hêzên Pêşmerge li nêzîkî Bendava Mûsilê êrişeke terorîstên DAIŞê pûç kirin û bi tundî bersiva wan çekdaran dan.
Kargêrê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û serperiştiyarê Bendava Mûsilê Şêx Mihyedîn Mizûrî ji KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê li nêzîkî Bendavê êrişkirin ser Hêzên Pêşmerge lê her zû pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û karîn wê êrişê pûç bikin.”
Mizûrî wiha domand: “Piştî wê êrişê Hêzên Pêşmerge yekser çeperên wan terorîstan li wê deverê û li nahiyeya Wanikê dan ber topan.”
Şêx Mihyedîn Mizûrî wiha got: “Tevî ku heta niha tu agahî li ser ziyanên wan terorîstan neketine destê me lê dibe ku ziyaneke mezin gehiştibe wan çekdara û bi dilxweşî ti ziyan negihiştine Hêzên Pêşmerge.”
Derbarê Bendava Mûsilê jî, Kargêrê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û serperiştiyarê Bendava Mûsilê wiha got: “Ti metirsî li ser Bendava Mûsilê nîne û ji bona parastina wê bendavê Hêzên Pêşmerge berdewam di rewşa amadebaşiyê de ne.”