Ji bo min Hewlêr çibe Kobanê jî ew e
Serokê Kurdistanê bangî hêzên siyasî li Kurdistana Rojava kir û ji wan daxwa kir ku ew hêzêk hevbeş pêkbînin da ku bikaribin xaka Kurdistanê li Rojava biparêzin.
Barzanî li gel berpirsên ENKS û PYDê hevditin kirin û civînek hevbeş de Barzanî bahsa rewşa Kurdistanê kir.
Serokê Kurdistanê di axavtina xwe de got: Em wek kurd pêvajoyek gelek zîz de derbas dibin. Divê di vê qonaxê de em ji hemû demî gelektir hewlbidin da ku yekitiyekî ava bikin. Erîşên tên kirin li dijê hemû kurdan e.
Berdewamiya axvtina Barzanî got: Terorîstan arteşa du dewletan têkbir. Lê li himber kurdan ew bi xwe têkçûn.Gelek girînge ku wek kurd em cîhanê re tevbigerin. Em yekitiya xwe pêkbînin û bi hevre axa xwe û miletê xwe biprêzin. Hevkariya li Rojavayê Kurdistanê pêkwerê, dê hemû cureyê arikariyê ji me bigre.
Dawiya axvtina xwe de Barzanî got: Ji bo min Hewlêr çibe , Kobanê jî ew e.Ji bo parastina Hewlêrê me çi kiribe, ji bo Kobanê jî me kir.